Îran: Êrişên li dijî Lubnanê bê bersiv namînin

Meclisa Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê hişyarî da ku ji bo êrişa Îsraîlê li dijî Beyrûtê wê bersiv nêzîk be û diyar kir ku Tehran dê derbasbûna "xetên sor" efû neke.

Îran: Êrişên li dijî Lubnanê bê bersiv namînin
14 hezîran, 2026   23:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Meclisa Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Mihemed Baqir Zulqeder diyar kir ku "bersiva şervanên Îslamê nêzîk e", bi wê yek îşaret bi êrişa Îsraîlê ya ku hevalbendê Îranê Hizbullahê li Dahiya başûrê Lubnanê hedef girtibû, kir.

Li gorî ajansa Tasnimê, Zulqeder anî ziman ku "Xetên sor ên Komara Îranê nayên derbaskirin."

Îro, cîgirê Fermandarê Baregeha Xatem El Enbiya Mihemed Cafer Esedî soz dabû ku "sûcên Îsraîliyan li Lubnanê ber bersiv derbas nabin."

(fr)