ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14 - 9 - 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14 - 9 - 2024
14 îlon, 2024   02:00

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destnîşan kir ku êrişa DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê wek êrişa çeteyan a li dijî herdu taxan e û siyaset û armancên wan yek in. Her wiha wan diyar kir ku yekbûna gel bi hêzên leşkerî re û bilindkirina asta têkoşînê dê planên dagirkeriyê têk bibe û got: "Tirkiye di komkujiyên li dijî şêniyên Kobanê de bi DAIŞ'ê re hevkar e." (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Endamê Meclisa Giştî ya PYD′ê Ehmed Xoce bang li Kurdistaniyan kir ku bi ruhê berxwedana Kobanê û piştgiriya berxwedana Kurdistaniyan li hember êrişên dewleta Tirk ên li çiyayên Kurdistan û Rojava dakevin qadan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Şêx û rûspiyên eşîran diyar kir ku erka nîştimanî li ser hikumeta Şamê ferz dike ku bersiva hewldanên Rêveberiya Xweser a lidarxistina diyalogê bide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Yekitiya Şaredariyan a Kantona Dêrazorê li bajar û bajarokên kantonê bi lêçûna 421 hezar dolarî gelek projeyên sererastkirin û firehkirina kanalîzasyonan dane destpêkirin. (WÊNE Û DÎMEN)

 Şaredariya Gel a Amûdê ji sedî 30’ê projeya avakirina bajarê Sînaî pêk aniye. Li gorî plansaziyê ger tu astengî dernekevin, dê di Hezîrana 2025′an de proje bi dawî bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

êniyên Dêrikê sersaxî didin malbata şehîdê HPG'ê Xwînda Çiya (Necla Ehmed Silêman) li gundê Carûdiyê yê bajarê Dêrikê, saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Têkoşîna Dijî Narkotîkê semînerekê li bajarê Şedadê dide endamên saziyên sivîl û tê de metirsiyên narkotîkê şîrove dike, saet di 11:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongreya Îslama Demokratîk şahiyekê bi boneya Mewlida Nebewî li taxa Xelîc a bajarê Qamişlo li dar dixe, saet di 17:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Roja 2'yemîn a Festîvala 1'emîn a Çandê - Gera Helbestê li parka xwendinê ya Qamişlo didome, saet di 17:30'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Tebqayê bi meşekê banga bidawîkirina sîstema êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dike, saet di 09:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Jinan a MSD'ê paneleke diyalogê bi navê "Nêrîna jina Sûriyeyê di beşdariya siyasî ya çalak de" li kafîteryeya Şems a bajarê Tebqayê li dar dixe, saet di 12:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)