′Em bi ruhê berxwedana Kobanê dakevin qadan′

Endamê Meclisa Giştî ya PYD′ê Ehmed Xoce bang li Kurdistaniyan kir ku bi ruhê berxwedana Kobanê û piştgiriya berxwedana Kurdistaniyan li hember êrişên dewleta Tirk ên li çiyayên Kurdistan û Rojava dakevin qadan.

′Em bi ruhê berxwedana Kobanê dakevin qadan′
14 îlon, 2024   04:10
KOBANÊ
ZANA SEYDÎ

15′ê Îlonê salvegera êrişa 2014′an a li ser kantona Kobanê ji hêla çeteyên DAIŞ′ê ve ye. Ew êriş di doza Kurd, şerê Sûriyeyê û Rojhilatê Navîn qonaxeke girîng e. Şerê li Kobanê ku bi mehan dom kir, ji nû ve nexşeya herêmê bi pêşengiya xelkê herêmê yê ku DAIŞ têk bir û planên dewleta Tirk a dagirker şikandin, xêz kir.

Şerê Kobanê di danasîna doza Kurd de li cîhanê deng veda. Bi banga seferberiyê ya ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve ji bo parastina Kobanê ku nekeve destê DAIŞ′ê bi sed hezaran keç û xort ji dehan dewletên cîhanê ji bo piştgiriya berxwedanê daketin qadan û bi sedan tev li berxwedanê bû. Di Çileya 2015′an de Kobanê ji destê DAIŞ′ê rizgar kirin.

Hemwextî êrişên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker ku DAIŞ li Sûriyeyê baskê pêkanîna planên wê bû, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce ji ajansa me re axivî û got qonaxa heyî ji xeteriya ku Kobanê di êrişa DAIŞ′ê de jiyaye ne kêmtir e.

Xoce wiha domand: "Êrişa hovane ku dewleta Tirk a dagikrer li Başûrê Kurdistanê li dijî tevgera rizgariya Kurdistanê bi çekên qedexe bi kar tîne ji êrişên wê yên berê û êrişên baskên wê ne cuda ye. Êrişa ku beriya 10 salan li dijî Kobanê pêk hatibû di heman çarçoveyê û armancê de bû. Ew êriş qirkirina rasteqîn a dîroka gelê Kurd e. Êrişên îro li dijî çiyayên Kurdistanê êrişa li dijî kaniya vîna Kurd a bi nûnertiya tevgera rizgariyê ye. Ew êriş li dijî gelê Kurd û hebûna wî xeleka zîncîrwarî ye."

Xoce wiha li gotina zêde kir: "Gelê me di 2014′an de bi yekitiya xwe û piştgiriya xwe ji Kobanê re hêza xwe derxist. Li 4 parçeyên Kurdistanê, li Ewropa û hezkiriyên Kurdan daketin qadan û gotin qirkirina Kurdan ne pêkan e. Tiştê ku em dixwazin balê bikişînin ser ew ku êrişên DAIŞ′ê pêk anîne tenê destpêkirina êrişên qirkirinê yên li dijî gelê me bi serkêşiya dewleta Tirk bûn. Êrişên ji salan ve yên bi rê û rêbazên cuda tên bikaranîn nesekinin. Êrişa li dijî binesaziya Rojava, êrişa li dijî sivîlên li Başûr û bombebaranên rojane yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê nûnertiya şerê ketober ê li dijî gelê me dikin. Ji bo hembêzkirina vê berxwedanê asta heyî lawaz e, bi taybet jî ji hêla Kurdistaniyên li Ewropayê ve."

Xoce wiha dawî li gotina xwe anî: "Azadiya gelê me bi asta têkoşîna ku em li Kurdistan û derve bi ruhê berxwedana Kobanê pêşkêş dikin ve şertgirî ye. Divê em dakevin qadan û piştgiriya vê têkoşînê bikin. Divê gelê me yên li Ewropa zextê li rêxistinên hiqûqî û saziyên fermî bike da ku em vê ruhê nîştimanî li dijî êrişên qirkirinê mezin bikin."

(fr)

ANHA