Yekemîn Şampiyoniya Tekwandoyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Turnuvaya 1'emîn a Taykwendo li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya 65 lîstikvanan li bajarê Qamişlo hate lidarxıstin.

Yekemîn Şampiyoniya Tekwandoyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Yekemîn Şampiyoniya Tekwandoyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Yekemîn Şampiyoniya Tekwandoyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Yekemîn Şampiyoniya Tekwandoyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
13 îlon, 2024   23:52
QAMIŞLO

Nivîsgeha Lîstikên Tekane ya Meclisa Werzîşê ya kantona Cizîrê bi Komîteya Pisporî ya Tekwendo ya kantona Cizîrê Turnuvaya 1'emîn a Vekirî ya xort û keçan li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate lidarxıstin.

Di turnuvayê de 10 tîmên herêmê bi 65 lîstikvanên ciwan beşdar bûn û 12 hakim tê de cih girtin.

 Tîma Cizîrê bi 40 puanan bû ya yekem, tîma Minbicê bi 15 puanan bû ya duyem û tîma Dêrikê bi 15 puanan bû ya sêyem.