ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14- 3 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14- 3 – 2025
14 adar, 2025   02:00

Şêniyên bajarê Til Temirê destnîşan kir ku divê dewleta Tirk a dagirker bersivê bide banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan û ji dêvla domandina êrişan bikeve pêvajoya aştiyê ya rastîn. BI WÊNE Û DÎMEN

Di nava malbateke welatparêz de ku bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan perwerde bûye û di rêya azadiyê de gelek şehîd dane, mezin dibe. Navê xalê xwe yê şehîd Dilgeş Çiya hildigire û tev li YAT’ê dibe. Li Bendava Tişrînê şehîd dibe û vê peyamê ji malbata xwe re dihêle; "Eger ez şehîd bibim bila serê we bilind be. Ji kurê min Rêwan re bêjin ku ez di rêya azadiya Kurdistanê de şehîd bûme." BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê sûcên li dijî Elewiyên sivîl ên perava Sûriyeyê şermezar kirin û bang kir ku çeteyên kujer ceza bikin. Şêniyan got kujerên komkujiyan heman kujerên li Şengalê û Efrînê komkujî kirine û niha li perava Sûriyeyê dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîskareke ciwan a ji bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê hewl dide bi rêya nivîsandina sînemayê balê bikişîne ser têkoşîna Kurdan, nexasim têkoşîna jinan. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê diyar kir ku peymana di navbera fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şerî de hêviya vegereke nêzîk daye wan. BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmeda Ehmed Silêman destnîşan kir ku tu astengiyên navxweyî li pêşiya yekitiya Kurdan nîn in, lê destwerdana derve, bi taybet jî dewleta Tirk, astenga herî mezin a li pêşiya vê pêvajoyê ye. Ehmed Silêman hişyarî da ku nakokiyên domdar dê wek hincetekê ji bo dûrxistina Kurdan ji geşedanên li Sûriyeyê werin bikaranîn. BI WÊNE Û DÎMEN