‛Ji şengalê bigire heta bi Efrîn û perava Sûriyeyê’

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê sûcên li dijî Elewiyên sivîl ên perava Sûriyeyê şermezar kirin û bang kir ku çeteyên kujer ceza bikin. Şêniyan got kujerên komkujiyan heman kujerên li Şengalê û Efrînê komkujî kirine û niha li perava Sûriyeyê dikin.

‛Ji şengalê bigire heta bi Efrîn û perava Sûriyeyê’
14 adar, 2025   05:15
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Li hemberî komkujiyên li dijî Elewiyan ên li perava Sûriyeyê civakê nerazîbûneke mezin nîşan da. Şêniyan ew komkujî wekî sûcên hovane û dermirovî bi nav kirin.

Girêdayî wê, welatî Xelîl Qado yê ji bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku komkujiyên li dijî Elewiyan ên li perava Sûriyeyê sûcên hovane ne û Ehmed El Şeri jî berpirsyar e û got: “Divê civata navneteweyî destwerdanê bike û hesab ji sûcdaran bixwaze. Tu pêxember û tu olan kuştina wiha ya dermirovî rewa nekiriye. Tu têkiliya van sûcan bi îslamê ve tune ye. Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji gelek salan ve bi Ereb, Suryan û Aşûriyan re dijîn û tu komkujiyên wiha yên mezhebî pêk nehatin. Divê civata navneteweyî bi awayekî lezgîn hesab ji sûcdaran bixwaze û rê li ber dubarekirina sûcên wiha, bigire."

‛JI ŞENGALÊ BIGIRE HETA BI EFRÎNÊ Û NIHA PERAVA SÛRIYEYÊ’

Welatî Hemrîn Elî hedefgirtina jin û zarokan li perava Sûriyeyê şermezar kir û diyar kir ku ew sûcdar heman sûcdarên ku li dijî gelê Kurd li Efrîn û Şengalê komkujî pêk anîne.

Hemrîn Elî got: “Nabe sûcên wiha bê hesab derbas bibin. Ji bo dawîanîna li komkujiyan modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çareserî ye. Rêbaza herî guncaw a parastinê jî şerê gel ê şoreşgerî û hevgirtina gel a bi hêzên xwe yên leşkerî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) re ye."

‛OLPERESTÎ SOTEMENIYA ŞER Û KOMKUJIYAN E’

Welatî Ferîd Îsmaîl jî destnîşan kir ku armanca çeteyan ji ketina perava Sûriyeyê kuştin, talanî, dizî û revandina jinan e, tam wekî ku wan li Efrînê hatiye kirin û tê kirin, e.

Îsmaîl diyar kir ku ew çete bi bihaneyên cuda komkujiyan rewa dikin, lê belê di rastiyê de sedema hovîtiya wan olperestî ye û got: “Çareseriya tekane hevgirtina bi nimûneya neteweya demokratîk û pirrengiyê re ye."

‛BANGÊN HESABXWESTINA JI KUJERAN Û PARASTINA SIVÎLAN’

Şêniyên Dirbêsiyê bang li civata navneteweyî kir ku bi awayekî lezgîn hesab ji sûcdarên komkujiyên peravê bixwaze û pêşî li dubarekirina senaryoyên Şengal û Efrînê bigire. Şêniyan got ji bo bidawîkirina fitneyan û parastina tevahî gelê Sûriyeyê xwe bispêrin jiyana hevbeş û pirrengî ye.

(mh/fr)

ANHA