ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-12-2025
14 kanûn, 2025   02:00

Berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê got tevî ku salek di ser hilweşîna rejîma Baasê re derbas bûye jî krîza koçberan li Sûriyeyê didome û hikumeta veguhêz tu gavan ji bo vegera koçberan naavêje. Her wiha diyar kirin ku vegera ewle armanca sereke ya koçberan e. BI WÊNE Û DÎMEN

Saziya Zêdekirina Tovan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belavkirina tovên genim li cotkaran didomîne. Sazî bi rêya 5 navendên xwe yên li herêmê tovan belav dike. Heta niha nêzî 59 hezar ton hatiye belavkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Oldarên kantona Reqayê bang li civaka Sûriyeyê kir ku zimanê kînê red bikin û Sûriyeyê li ser bingeha edalet, hezkirin û wekheviyê ava bikin û pêşî li mudaxeleyên ji derve bigirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Cudahîyeke mezin di navbera îdiayên Wezareta Tenduristiyê yên li ser nexweşxaneya meydanî ya El Quseyr û rastiya wê de heye, alav û xizmetên bijîşkî yên herî bingehîn kêm in . Şênî ji ber paşguhkirin û qelsbûna xizmetê bi êşên zêde re rû bi rû ne, ku dibe sedema mirinan, vê yekê hêrsa gel zêde kiriye û bêbaweriya wan bi rayedaran kûrtir kiriye.

Kongreya Îslama Demokratîk, ji bo meleyên kantona Cizîrê li kantona Cizîrê civînekê li dar dixe, li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li Qamişlo. 10.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan li Tirbespiyê dê merasîma bîranîna 42 şehîdên ku di mehên Cotmeh û Kanûnê de şehîd bûne, li dar bixe, li Hola PYD`ê ya bajêr. 10.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Pêşangea karên destan ku hêla Yekîtiya Jinên Suryanî ve li Dêrikê hat lidarxistin, di roja duyem de berdewam bike, li Bexçeyê Arîn li bajarê Dêrikê. 10.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Ciwanêşn Şoreşger der barê koçberiya ciwanan û şerê taybet de, penelkê li hola Sandîkeya Karkeran ya bajarokê Rimêlan li dar dixe. 10.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Tirbespiyê dê cenazeyê şervanê QSD`ê şehîd Newres El Selman, li mezargeha şehîd Ristem Cûdî bispêrin axê. 10.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Odeya Pêşesaziyê li bajarê Hesekê kongreya xwe ya sêyemîn li dar dixe, li hola El Mişwar. 10.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Gelan a Demokratîk civîna xwe ya sasyî li dar dixe, li avahiya Meclisa Zagonsaz li bajarê Amûdê. 10.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Meclis Jinên Sûriyeyê der barê girîngiya mafên mirovan de, panelekê li bajarê Reqayê li dar dixe. 10.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Reqayê dê sersaxiyê bidin malbata şehîd Ramî Miemed Xelef û şehîd Macid Îsa. 10.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarokê Girbawî dê sersaxiyê bidin malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Xalid Mehmûd. 10.00 BI WÊNE Û DÎMEN