Meclîsa Îslamî ya Elewî êrişa li Tedmurê şermezar kir

Meclîsa Bilind a Îslamî ya Elewî li Sûriyeyê û derveyî welêt êrişa ku li çola Sûriyeyê li dijî leşkerên Amerîkî pêk hat şermezar kir.

Meclîsa Îslamî ya Elewî êrişa li Tedmurê şermezar kir
13 kanûn, 2025   23:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclîsa Bilind a Îslamî ya Elewîyan li Sûriyeyê û derveyî welêt daxuyaniyek weşand û êrişa "terorîstî" ya ku li çola Sûriyeyê li dijî leşkerên Amerîkî pêk hat û di encamê de 2 leşker û sivîlek hatin kuştin, şermezar kir.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku ev bûyer nîşan dide ku hin endamên Hêzên Ewlekariyê yên hikûmetê rasterast bi DAIŞ'ê ve girêdayî ne, ev yek dihêle ku ew ne pêkhatî ne ku şerê "terorîzmê" bikin, lê jîngeheke guncaw in ji bo DAIŞ`ê.

Meclîsê bang li civaka navneteweyî kir ku naskirina hikûmeta veguhêz ji nû ve binirxîne, her wiha hişyarî da li ser xetera belavbûna "terorîzmê" di nav avahiya ewlehî û siyasî ya heyî de û teqez kir ku pêdivî bi tedbîrên lezgîn heye da ku Sûriyeyê ji bandorên vê rewşê were parastin.

(ac)

ANHA