Êrîşkarê hêzên Amerîkî endamê Hêzên Ewlekariya Giştî yên Sûriyeyê bû

Çavkaniyan ragihandin ku êrişkarê êrişa Tedmurê endamekî Hêzên Ewlekariya Giştî yên Sûriyeyê bû. Serokê Amerîkayê jî sersaxî da û diyar kir ku welatê wî dê bersiva her êrişekê bide.

Êrîşkarê hêzên Amerîkî endamê Hêzên Ewlekariya Giştî yên Sûriyeyê bû
13 kanûn, 2025   23:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Sê berpirsên Sûriyeyê ji Reutersê re gotin ku kesê îro li bajarê Tedmurê êrişî leşkerên Amerîkî kir, endamê Hêzên Ewlekariya Giştî yên Sûriyeyê bû.

Reutersê li ser zimanê berdevkê Wezareta Karên Hundir a hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê got ku êrişkar di hêzên ewlehiyê de xwedî pozîsyoneke rêbertiyê nebûye, lê diyar nekir ka ew endamek bû yan na.

Têkildarî mijarê Serokê Amerîkayê Donald Trump îşev ji bo qurbaniyên êrişa Tedmurê li Sûriyeyê sersaxî da û got, "Me sê welatiyên mezin di kemînekê de li Sûriyeyê winda kirin."

Trump soz da ku dê li dijî çeyên DAIŞ`ê tola xwe hilîne û diyar kir ku "eger dîse êriş li dijî hêzên me li Sûriyeyê were kirin, em ê bersiv bidin."

(k)