DYA û Brîtanyayê ceza li 15 kesên li Tirkiyeyê birîn

DYA û Brîtanyayê bi tawana ku di şerê li Xezayê destekê didin Hemasê ceza li hin kesayetên  li Tirkiyeyê birîn.

DYA û Brîtanyayê ceza li 15 kesên li Tirkiyeyê birîn
13 kanûn, 2023   22:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Gencîneyê ya DYA′yê bi daxuyaniyekê ragihand ku ceza li kesayetên li Tirkiyeyê biriye ku têkiliya wan bi Hemasê re heye.

Li gorî daxuyaniyê ceza li 8 kesan hatine birîn ku ji bo berdewamiya çalakiya Hemasê dixebitin û berjewendiyên wê yên li derve û karûbarên wê bi rê ve dibin

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hejmarek berpirsên Hemasê yên ceza li wan hatiye birîn li Tirkiyeyê ne û got, yek ji wan kesan Harûn Mensûr Yaqûb Nasiredîn e.

Brîtanyayê jî ceza li 7 kesên din ên têkiliyên wan bi Hemasê re hene, birîn û got ji wan damezirînerê tevgerê Mehmûd El Zehar û serokê têkiliyên derve yên tevgerê Elî Bereke ye.

Cezayên hatine birîn ji ber şerê li Xezayê yê di navbera Îsraîl û Hemasê de ye ku ji 7'ê Cotmeha borî dest pê kir.

(mh)