Kongra Star hedefgirtina navenda ciwanan a Minbicê şermezar kir

Kongra Star a navçeya Girkê Legê hedefgirtina navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ya Minbicê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û destnîşan kir ku êriş dê îradeya gel a domandina têkoşînê têk nebin.

Kongra Star hedefgirtina navenda ciwanan a Minbicê şermezar kir
13 mijdar, 2023   22:34
MINBIC

Kongra Star a navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo bi daxuyaniyekê li pêşiya navenda xwe ya navçeyê, hedefgirtina navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ya Minbicê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star Nisrîn Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelên ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan dişopînin didomîne û bi taybetî ciwanan hedef digire, ji ber ku ciwan stûna Şoreşa Rojava ne."

Di daxuyaniyê de soza domandina têkoşînê û şopandina fikrê Rêber Abdullah Ocalan heta pêkanîna armancên şoreşê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat dayîn.

(mh)

ANHA