ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-07-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-07-2024
14 tîrmeh 2024   02:00

Jinan diyar kir ku çawa Rêber Abdullah Ocalan “jin ji pencên qirkirinê rizgar kirin û ji tarîtiyê derxiste ronahiyê” jin jî dê wî ji nava çar dîwarên Îmraliyê azad bikin. Jinan got “dem dema azadiya Rêbertî ye”.

Çalakvanên siyasî yên ji Idlibê diyar kir ku “dema sûriyeyiyên li herêmên dagirkirî heye, beriya ku dewleta Tirk pê li hêviyên wan bike” û destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser vebijêrka herî guncaw e ku sûriyeyiyan ji aloziyê xilas bike.

Gerînendetiya Çandiniyê ya Meclisa Bajarê Girê Spî dest bi piştgiriya cotkaran kir. Gerînendetiyê diyar kir ku ji ber kêmbûna mazotê, piştgiriya wan dereng dest pê kiriye.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê bi diruşma ˊBi pêşengtiya Malbatên Şehîdan ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û parastina destkeftiyên şoreşê, em ê asta têkoşînê bilind bikinˊ li hola Serdem a Hesekê konferansa xwe ya 6ˊemîn li dar dixe, saet 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya nîvê salê li bajarê Reqayê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo bîranîna Berxwedana 14ˊê Tîrmehê, li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzeçalakî tên lidarxistin. Li kantona Efrîn û Şehbayê ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star ve li hola Serdemê saet 10:00ˊan çalakî tê lidarxistin, li bajarê Til Hemîsê li navenda çandê çalakiyek tê lidarxistin, saet 10:00ˊan, li Amûdê Kongra Star civîneke girseyî li dar dixe, saet 10:00ˊan, li bajarokê Rimêlanê li Navenda Aram Dîgran a Çandê çalakiya bîranînê tê lidarxistin, saet 10:00ˊan, xelkê bajarê Eyn Îsa ji pêş mizgefta mezin meşekê li dar dixe, saet 11:00ˊan, li Tirbespiyê meclisa bajêr civînekê ji şêniyên bajêr re li dar dixe, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li kantona Firatê bi boneya 14ˊê Tîrmehê çalakî tên lidarxistin, li Navenda Baqî Xido ya Çandê têkildarî Berxwedana 14ˊê Tîrmehê sînevîzyonek tê pêşkêşkirin, li bajarê Reqayê li hola Tac çalakî tê lidarxistin, saet 19:00ˊan, Tevgera Ciwanên Şoreşger li kantona Minbicê meşekê li dar dixe, saet 19:00ˊan, li bajarê Girkê Legê ciwan meşekê li dar dixin, saet 19:00ˊan, her wiha Dibistana Hunerî ya Havînê li ser Berxwedana 14ˊê Tîrmehê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê filmekê pêşkêş dike, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)