Dagirker gundên Minbicê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên rojavayê Minbicê topbaran dikin.

Dagirker gundên Minbicê topbaran dikin
13 tîrmeh 2024   23:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya MInbicê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundê rojavayê kantona Minbicê topbaran dikin.

Gundên tên topbarankirin; Kawiklî û Korhiyok ên rojavayê kantona Minbicê. Heta niha 15 guleyên hawinan li wan gundan ketine.

(fr)