Çalakvanên idlibî: Beyannameya Rêveberiya Xweser vebijêrka herî guncaw e

Çalakvanên siyasî yên ji Idlibê kir ku beyannameya Rêveberiya Xweser vebijêrka herî guncaw e ku sûriyeyiyan ji aloziyê xilas bike.

Çalakvanên idlibî: Beyannameya Rêveberiya Xweser vebijêrka herî guncaw e
14 tîrmeh 2024   05:17
MINBIC

Li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî li dijî siyasetên dewleta Tirk û çeteyên wê xwepêşandan li dar ketin. Ji daxuyaniyên serokkomarê Tirk Erdogan diyar bû ku dê lihevkirinên nû bi hikumeta Şamê re bike. Li gorî çalakvanên sûriyeyî yên ji Idlibê, dewleta Tirk gelek xwepêşandêr girtine.

Endamê Meclisa Idlibê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed Abdîn têkildarî mijarê got: "Li dijî normalîzekirina di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de, xwepêşandan li herêmên dagirkirî lidar ketin. Dewleta Tirk hewl dide li ser hesabê gelê Sûriyeyê herêmên dagirkirî radestî hikumeta Şamê bike û li şûna wê herêmên din dagir bike.”

Abdîn anî ziman ku nêzîkatiyên dawîn ên dewleta Tirk, reşiya li ser çavê sûriyeyan rakir û wiha dom da axaftina xwe: " Êdî rastiyê nas dikin ku xema çeteyên li wan herêman, ew e ku berjewendiyên dewleta Tirk li ser hesabê gelê Sûriyeyê pêk tînin. Komên çeteyan tev da qebûl kirin ku herêmên di bin kontrola xwe de radestî hikumeta Şamê bikin. Li hember vê helwestê gelê Sûriyeyê bi hêrs bû ku bi hezaran şehîd daye.”

Abdîn destnîşan kir ku Tirkiye bi hewldanên xwe li gel hikumeta Şamê dixwaze Rêveberiya Xweser tune bike û wiha berdewam kir: " Rêveberiya Xweser, li Sûriyeyê projeya yekane ya serkeftî ye ku dê aloziya Sûriyeyê li gorî formeke ji gelê Sûriyeyê re xizmetê bike û bi rêya diyalogê û hevgirtina sûriyiyan çareser bike.”

Ehmed Abdîn der barê beyannameya çareseriyê ya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêşkêş kiribû jî de got, ev beyanname dikare aloziyê çareser bike û bang li gelê Sûriyeyê kir ku xwedî li vê beyannameyê derkevin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 18`ê Nîsana 2023`yan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê, dîtina çareseriyeke aştiyane û demokratîk ku êşên bi milyonan sûriyeyî bi dawî bike, însiyatîfek ragihand û bang li hikumeta Şamê kir ku bi awayekî berpirsyar nêzî mijarê bibe. Her wiha teqezî bi yekitiya Sûriyeyê û axa wê kir û diyar kir ku divê pirsgirêkên li welêt, di çarçoveya yekitiya welêt de çareser bibin û ragihand ku ew amade ye bi hikumeta Şamê re rune û diyalogê bi tevahî aliyên sûriyeyî re bike.

Endamê Meclisa Idlibê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ebdulqadir Îbrahîm El Hisên jî got derfet heye ku sûriyeyiyên li herêmên dagirkirî, siyasetên li dijî şoreşa xwe têk bibin.

El Hisên wiha axivî: "Dibe ku ev firsenda dawî be ku sûriyeyiyên li azadiyê û demokrasiyê digerin armancên xwe bînin cih. Divê bilez tev bigerin û şoreşa xwe biparêzin. Divê welatî beyannameya Rêveberiya Xweser bipejrînin ku " keştiya yekane ya xilasiyê ye."

(şx)

ANHA