ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-06-2026
14 hezîran, 2026   02:00

Yekîneyên Parastina Jin ne tenê hêzeke leşkerî ye. Şervanên YPJ`ê li dijî adet û kevneşopên civaka zayendperest helwest nîşan dan û ji destpêka şoreşa Rojava heyanî niha hezar û 2 şervanên YPJ`ê şehîd bûne. BI WÊNE Û DÎMEN 

Şêwirmendê eşîra El Cibûr banga xurtkirina nirxên jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de kir û diyar kir ku parastina mafên çandî û ziman û avakirina hemwelatîbûna wekhev bingeha avakirina siberoja Sûriyeyê ne. BI WÊNE Û DÎMEN

Zêdetirî 3 hefte ye li bajarê Hesekê aloziya sotemeniyê heye. Ajokar ji bo bidestxistina sotemeniyê ji benzînxaneyan bi saetan an jî rojan di dorê de disekinin. Ajokaran giliyên xwe anîn ziman. Komîteya Sotemeniyê sedemên vê aloziyê diyar kirin û tedbîrên dê werin girtin vegotin. BI WÊNE Û DÎMEN

Hunermend Zozan Betal li ser folklora kurdî, xweza û li ser têkoşîna jinan bi kaxezan tabloyên hunerî çêdike. BI WÊNE Û DÎMEN

Li gundê Abra yê Çilaxayê Daxwaz Sabrî û Hawar Xerbî hezkirina xwe ya kulîlkan veguherand projeyeke serketfî yê aborî. BI WÊNE Û DÎMEN

Rojnameyan di rojevên hefteya borî de bandorên destwerdana muhtemel a Şamê di Lubnanê de, girîngiya Lubnanê ji bo Îranê, her wiha rageşiya di navera Îsraîl û Îranê de û gefên wê li ser Rojhilata Navîn nirxandin.

Amadekariyên "Sêyemîn Festîvala Şanoya Zarokan" li bajarê Qamişlo gihîştine qonaxên xwe yên dawî. Nêzîkî 600 zarokan ji 7 komên şanoyê ji bajarên Qamişlo û Kobanî dê beşdar bibin. BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Yekîtiya Suryanî li Qamişlo, panelkê der barê komkujiyên Sêfo, li dar dixe, Hola Kolvinkiyan. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyn bajarê Dirbêsiyê dê cenazeyê şehîd Sîpan Mihyeîn Mûsa û Ehmed Zehredîn Hesen, mezargeha şehîd  Ristem Cûdî oxir bikin. 10.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Qamişo projeya xanan li gundê Gir Siwêr dest pê dike, 10.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Yekîtiya Suryanî  li Tirbespiyê dê bi meşekê û limêjê, komkujiyên Sêfo bîr bîne. 18.00. BI WÊNE Û DÎMEN