Hunermendek kaxezan vediguherîne tabloyan

Hunermend Zozan Betal li ser folklora kurdî, xweza û li ser têkoşîna jinan bi kaxezan tabloyên hunerî çêdike.

14 hezîran, 2026   05:05
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Zozan Betal (43) bi rêbazeke hunerî ya taybet anku ‘collage art’ ji kaxezan tabloyan çêdike.

Zozan berî 13 salan dest bi xebata xwe ya hunerî kir. Ew bi rêya yek ji hevalên xwe hunera Calling Art dinase û dest pê dike li ser dixebite. Sal bi sal xwe di vê hunerê de bi pêş dixe heyanî gihaştiye asta ku li ser Sûriyeyê û derveyî Sûriyeyê beşdarî pêşengehan bibe.

Zozan dema ku dê tabloyekê çêke destpêke li ser kaxez an jî lalîkên plastîk wêneyê xêz dike, piştre kaxezan li hev dipêçe û tabloya xwe çêdike. Tabloyên xwe li ser folklora kurdî, xwezayê û berxwedana jinan çêdike.

Zozanê ji destpêka dest bi vê hunerê kiriye heyanî niha 40 tablo çêkirine. Zozanê got ev huner hilbijartiye, ji ber ku gelekî şad dibe dema ku ji kaxezan tabloyên hunerî çêdike.

Zozan li ser folklora kurdî, xweza, kulîlk, genim ku sembola herêma Cizîrê ye, derya, keştî ku wek sembola koçberiyê nîşan daye, têkoşîna jinên Kurd û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), kezî, sembolên kurdî û efsaneya Şahmaranê tablo çêkirine.

Malbata Zozanê jî girîngiyê dide hunerê. Hevjînê wê bi têlan tabloyan çêdike, xwişka wê jî bi rêbazên taybet emraz û tabloyan ji bo malan çêdike. Zozan hem zarokên xwe xwedî dike hem jî xebata xwe ya hunerî berdewam dike.

Hunermend Zozan tabloyên xwe li Qamişloyê firotine û ji Siwêda û Pakistanê jî tabloyên wê kirîne. Her wiha tev li 4 pêşangehan bûye, pêşengeheke li Hesekê, 2 li Başûrê Kurdistanê û yek jî li Qamişloyê. Zozan difikire ku li hemû bajarên Rojava pêşangehan bi rêxistin bike.

Zozanê ji bo jinên Kurd jî wiha got: “Jina Kurd ne tenê bermalî ye, ew dayik e, şervan e, rewşenbîr e û çalakvan e. Îro li hemû qadan berpirsyarî rakiriye. Divê hemû jin bixebitin û bi têkçûyînê nefikirin. Mirov bi îrade û karkirinê bi ser dikeve.”

(np)

ANHA