ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13- 6– 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13- 6– 2025
13 hezîran, 2025   02:00

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" de, girêdana xwe ya kûr bi fikir û felsefeya Rêber Apo re nîşan da û got,  "Fikra wî di nav me de ye û em dixwazin wî bibînin." BI WÊNE Û DÎMEN

Mala Jinan a li kantona Reqayê ji bo hemû kesên ku dixwazin pirsgirêkên malbatî bi diyalogê çareser bikin, wek navendeke ewle û pêbawer tê naskirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmendar û akademîsyen Dr. Celal Mele Hacî destnîşan kir ku tişta ji desthilata Şamê tê xwestin ne dayîna tawîzan e, lê guhertineke dîrokî ya ber bi avakirina welatekî ve ye ku têra hemû gelê wê bike. Her wiha îşaret pê kir ku siberoja Kurdan li Sûriyeyê divê li ser esasê qebûlkirin, edalet, tevkarî û nenavnedîbûnê be. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên Serêkaniyê diyar kir ku lihevkirina 1'ê Hezîranê, xala vegera koçberan divê di demek nêz de li ser rûye erdê pêk were û koçber vegerin cih û warê xwe, lê divê vegera koçberan di bin sîwana garantiya navneteweyî be. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Amûdê piştgiriya xwe ji şandeya Kurdî re ya ji bo diyaloga bi desthilata Şamê re, nîşan da. Şêniyan diyar kir ku çareseriya siyasî rêya herî herî guncaw a ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd e, ku xizmetî berjewendiyên gelê Kurd û tevahî Sûriyeyê dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Mamosteyên Zanîngeha Kobanê diyar kir ku ew bi silavên Rêber Abdullah Ocalan gelekî kêfxweş in û got ew ê xwe li ser felsefe û paradîgmaya wî perwerde bikin û asta zanîngehê bi pêş bixin. BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bi boneya salvegera damezrandina xwe ya 68’an li hola Rojhilat a Girkê Legê şahiyekê li dar dixe, (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Navenda Şehîd Berçem a Tevgera Hîlala Zêrîn bi hevkariya Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê bi diruşma "Bi çand û hunera neteweya demokratîk em ê azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalam misoger bikin" çalakiyekê li herêma Cebanat a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê li dar dixe, (20:00). BI WÊNE Û DÎMEN