Belgefilmek li ser jiyana Mihemed Şêxo hat pêşkêşkirin

Li Navenda Mihemed Şêxo ya Qamişloyê, li ser jiyana nemir Mihemed Şêxo belgefilma ku Nefel Production amade kiribû, hat pêşkêşkirin.

Belgefilmek li ser jiyana Mihemed Şêxo hat pêşkêşkirin
Belgefilmek li ser jiyana Mihemed Şêxo hat pêşkêşkirin
Belgefilmek li ser jiyana Mihemed Şêxo hat pêşkêşkirin
Belgefilmek li ser jiyana Mihemed Şêxo hat pêşkêşkirin
Belgefilmek li ser jiyana Mihemed Şêxo hat pêşkêşkirin
Belgefilmek li ser jiyana Mihemed Şêxo hat pêşkêşkirin
Belgefilmek li ser jiyana Mihemed Şêxo hat pêşkêşkirin
Belgefilmek li ser jiyana Mihemed Şêxo hat pêşkêşkirin
Belgefilmek li ser jiyana Mihemed Şêxo hat pêşkêşkirin
12 hezîran, 2025   22:53
QAMIŞLO

Nefel Production li ser jiyana hunermend Mihemed Şêxo belgefilmek bi navê "Bilbilê Xemgîn" û derhêneriya Rodî Soman amade kiribû. Belgefilm, îro, li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê hat pêşkêşkirin

Di belgefilmê de bi sedan xelkê Qamişlo û hezkiriyên hunerê amade bûn.

Di destpêkê de birayê nemir Mihemed Şêxo, Beha Şêxo li ser jiyana birayê xwe axivî û got: "Me her hêvî dikir ku belgefilmek li ser jiyana Mihemed Şêxo bê pêşkêş kirin, ku bibe dilopek ji jiyana wî. Ev erk diviyabû Rêveberiya Xweser bi saziyên xwe bi derfetên xwe bikira. Lê gazina herî mezin, em ji Başûrê Kurdistanê dikin. Ji ber ku Mihemed Şêxo ji sala 1974 heta 1983’yan derbiderê Başûrê Kurdistanê bû. 9 sal ji temenê wî ya li wir jiyayî ne hindik e û haya malbatê jê tune bû, ku li wir e."

Piştre belgefîlm hat pêşkêşkirin. Belgefilm behsa jiyana hunermend Mihemed Şêxo, ya zarokatî, ciwanî û destpêkirina wî di nava qada hunerê de dike. Di belgefilmê de dîmenên hevpeyvînên malbat, xizm û hunermendan li ser Mihemed Şêxo hene.

Hunermend Mihemed Şêxo ji bo huner û çanda Kurdî gelek stran çêkirin. Bi hunera xwe rolek mezin di nava têkoşîna azadiya gelê Kurd de lîstiye.

Ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rêjîma berê ya Sûriyeyê ve, ji ber helwestên wî, nasnameya wî ya Kurdî û stranên wî, gelek zext lê hat kirin û hêzên ewlehiyê gelek îşkence lê kirin û xistibûn girtîgehê. Lê tevî wan hemû zextan Mihemed Şêxo dev ji amûra xwe ya mûzîkê û stranên Kurdî berneda.

Heta roja me ya îro hunera wî di nava gelê Kurd de tê bihîstin. Ji bo rêzgirtina li huner û helwestên nemir Mihemed Şêxo, navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li Qamişloyê hat vekirin.

Mihemed Şêxo di 1948’an de li gundê Xecokê yê girêdayî başûrê rojavayê Qamişloyê hatiye dunyayê û di 9’ê Adara 1989’an de koça dawî kir.

(ekîb/fr)

ANHA