CENTCOM: Serkirdeyekî DAIŞ’ê li Sûriyeyê hat kuştin

CENTCOM'ê ragihand ku di êrişeke hewayî ya 10’ê Hezîranê de serkirdeyekî DAIŞ'ê yê bi navê Rehîm Yûsif, ku berpirsê plankirina êrişên derve bû, hat kuştin.

CENTCOM: Serkirdeyekî DAIŞ’ê li Sûriyeyê hat kuştin
12 hezîran, 2025   23:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan di 10'ê vê Hezîranê de li bakurê rojavayê Sûriyeyê êrişeke hewayî pêk anî û di encamê de serkirdeyê bi navê Rehîm Boyîv ku yek ji çeteyên mezin ên DAIŞ'ê û berpirsê planên êrişên derve bû, bi taybetî li Amerîkayê, hat kuştin.

Hêjahiyê bi bîrxistinê ye ku, balafireke bêmirov a nenas li herêma Tecemui El Keramê ya li bakurê Idlibê, erebeyek bombebaran kir, di encamê de erebî bi tevahî şewitî.

CENTCOM'ê diyar kir ku ev operasyon, di çarçoveya xebatên têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û rêgirtina li êrişên wê yên li derve ku gefan li ewlehiya herêmî û navneteweyî dixwin de, pêk tê.

(mh/fr)