ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13- 4 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13- 4 – 2025
13 nîsan, 2025   02:00

Oldarên misilman diyar kir ku xirabkirina gorên şehîdan li dijî nirxên mirovî ye û binpêkirina rûmeta şehîdan e. Her wiha îşaret pê kir ku tu eleqeya xirabkirina gorên şehîdan bi îsalmê re nîn e. BI WÊNE Û DÎMEN

Li bazara bajarê Til Temirê dikaneke tije tiştên kevn û nû hene balê dikişîne. Di serdema teknolojiyê de ev dikan mirov dibe demên borî jî. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Aborî û Çandiniyê li kantona Reqayê dest bi dermankirinê kir. Nexweşiya sona bandoreke giran li genimê herêmê kiriye. BI WÊNE Û DÎMEN

Festîvala 7’an a Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol têkiliyên civakî yên ji koka xwe hatine bidûrxistin anîn ser dikê, pirsgirêk û fikarên wan civakan anîn ziman. Di piranî şanoyan de bal li ser doza jinan hat kişandin.

Li Sûriyeyê hevrikiya Tirkiye û Îsraîlê zêde bûye û bû sedem ku Tel Avîv hin baregehan kontrol bike ku Tirkiyeyê plan dikir kontrol bike.  Îran û hevkarên wê li pêşberî zextên siyasî û leşkerî yên mezin in.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ji bo gerîlayê HPG’ê şehîd Amed Botan (Mihemed Hikmet), li taxa Enteriyê ya Qamişloyê merasîmeke xiyabî li dar dixe, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê ji bo nîqaşkirina "Danezana Destûrî", bi beşdariya hejmarek hiqûqnasan, paneleke diyalogê li Parka Xwendinê ya Hesekê li dar dixe, (19:00). BI WÊNE Û DÎMEN