Gundên Guherzê û Belave yên Başûrê Kurdistanê bi dijwarî hatin bombebarankirin

Dewleta Tirk a dagirker bi helîkopteran gundên Guherzê û Belave yên dikeve Çiyayê Metîna yê Başûrê Kurdistanê bi dijwarî bombebaran kirin.

Gundên Guherzê û Belave yên Başûrê Kurdistanê bi dijwarî hatin bombebarankirin
12 nîsan, 2025   23:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Rêxistina CPT-Amerîka Kamûran Osman ragihand ku saet 20:05’an deqeyan artêşa Tirk a dagirker bi qasî 10 deqeyan gundê Guherzê yê ser bi Amêdiyê dikeve Çiyayê Metîna bomberdûman kir.

Hate ragihandin ku ti ziyanên canî pêk nehatine.

Hate ragihandin ku hemwextê êrişa li ser Guherzê dewleta Tirk bi helîkopteran êriş biriye ser gundê Belave ya ser bi Amêdiyê. Di encama êrişê de ziyan gihîşt mala welatiyê bi navê Abdullah Celîl Xalid Belavî ket.