Îsraîlê li Xezayê nexweşxaneyek bombebaran kir

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê li Xezayê Nexweşxaneya Mamedanî bombebaran kir û di encamê de beşên rewşên awarte û resepsyonê rûxiyane.

Îsraîlê li Xezayê nexweşxaneyek bombebaran kir
13 nîsan, 2025   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên bijîşkî ji Xezayê parve kirine, hêzên Îsraîlê bi du moşkan êrişî Nexweşxaneya Mamedanî ya li Xezayê kirin.

Çavkaniyan diyar kir ku di encama êrişê de beşên rewşên awarte û resepsyonê rûxiyan û zerar gihiştin avahiyên din.

Hate diyarkirin ku berpirsên nexweşxaneyê piştî agahî wergirtin ku dê Îsraîlê di demeke nêzî de êriş bike, nexweşxane ji nexweşan vala kiribûn.

Servîsa rewşên awarte destnîşan kir ku der barê kuştî û birîndaran de agahî nehatine standin.

Tevgera Hemasê bi daxuyaniyekê êrişa li ser Nexweşxaneya Mamedanî şermezar kir û bi "Sûcekî din ê mezin" bi nav kir.

Di daxuyaniya Hemasê de hate gotin: "Dagirkeran di çarçoveya plana sîstematîk a jiholê rakirina qada tenduristiyê ya Xezayê de, beriya niha jî bi zanebûn 34 nexweşxane rûxandin û ji xizmetê derxistin. Her wiha bi dehan navend û saziyên tenduristiyê kirin hedef. Ev kiryar binpêkirineke aşkerayî ya tevahî mîsaqên navneteweyî û peymanên Cinêvê yên qedexeya hedefkirina tesîsên bijîşkî ye."

Di Cotmeha 2023’yan de jî êriş li dijî Nexweşxaneya Mamedanî hatibû kirin û di encamê de bi sedan kes hatin kuştin. Rayedarên filistînî der barê êrişên de diyar kiribû ku ji ber êrişeke hewayî ya Îsraîlê, teqînek li nexweşxaneyê rû da.

(bb)