ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-11-2025
13 mijdar, 2025   02:00

Pêkhateyên bajarê Tirbespiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kirin ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk lawaz dike.

Zarokên 65 sal beriya niha di şewata Sînemaya Amûdê de jiyana xwe ji dest dan, di Mîhrîcana fîlman a Navnetewî ya Rojava de tên bibîranîn.

Şêniyên bajarê Çilaxayê bal kişand ser girîngiya xweparastinê, ji bo pêkanîna aramî û ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Şêniyan diyar kir ku bi parastina deverên xwe piştgiriya şervanên xwe yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dikin.

Li wargehên qeraxa Çemê Sarût ê li bajarê Hemayê, ji ber tunebûna xetên kanalîzasyonê hemû avên qirêj dikevin nava çem. Lewma jiyana welatiyan û çandinî ketiye rewşeke xeternak.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê amadekariyê ji bo vekirina 2 firneyên navendî li bajarên Firat û Hecînê dike. Plan heye ku firneyeke sêyemîn jî were vekirin.

Li bajarê Girê Spî yê dagirkirî mamoste û pêdiviyên perwerdeyê kêm in. Her wiha binesaziya dibistanan jî xerab e. Hemwextî wê siyaseta dewleta Tirk a dagirker a tirkkirinê û rêvebirina pêvajoya perwerdeyê ji aliyê çeteyan ve, didomin.

Xelkê bajarê Hesekê yê kantoan Cizîrê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Salim El Salim li Pakrewangeha Şehîd Dijwar defin dike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a PYDˊê ya bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê, bi boneya Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinan civînekê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Perwerdê ya knatona Cizîrê ji bo hevserok û îdariyên beşên li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê dewriyeke perwerdê têkildarî Manîfestoya Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan li hola Meclisa Şehîdên Asûrî vedike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgear Ciwanên Şoreşger li bajarên Hol û Til Birakê yên kantona Cizîrê 2 semînerên cuda li ser zirarên hişbirê û rêbazên têkoşîna dijî wê dide, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a Bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê  û Şaredariya Gel a Çilaxa li navenda PYDˊê civînên xwe yên salane li dar dixin, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa bajarê Reqayê Konferana Komînan a 1ˊemîn bi diruşma "Komîn şaneya bingehîn a avakirina civaka demokratîk e" li hola Mişwar li dar dixe û Konferansa Komînan a bajarkê El Dibsî yê kantona Tebqayê, tê lidarxistin, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakiyên Mîhrîcana Fîlman a Navnetweeyî ya Rojava ya 5ˊemîn dest pê dike, bernameya wê ji saet 10.00ˊan heta 12.00ˊan li bajarên Amûdê û Qamişloyê, ji saet 17.00ˊan heta 21.00ˊan li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê dest pê dike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya salvegera 65ˊan a şewata Sînemaya Amûdê Navenda Horî ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê çalakiyekê li cihê sînemayê ya Amûdê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN