Artêşa Tirk gundên Dihokê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker derdora gundên Nehla û Balafa yên di nava sînorê Amêdiyê yê Dihokê yê Herêma Federal a Kurdistanê de topbaran kir.

Artêşa Tirk gundên Dihokê topbaran kirin
12 mijdar, 2025   23:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsˊê, artêşa Tirka dagirker bi awayekî dijwar derdora gundên Nehla û Balafa yên Dêrelokê yê girêdayî Amêdiyê yê Dihokê bi dijwarî topbaran kir.

Hat diyarkirin ku ev topbaran jiyan, mal û milkên şêniyan dixe xeteriyê û tirsekê dixe nava welatiyan.

(fr)