Çekdaran li Humsê ciwanek birîndar kir

Li bajarê Humsê çekdarên nenas ku li erebeyekê siwar bûbûn, yekser gule avêtin ciwanekî û bi giranî birîndar kir.

Çekdaran li Humsê ciwanek birîndar kir
12 mijdar, 2025   22:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji bajarê Humsê, daxuyand ku vê êvarê çekdarên nenas ku li erebeyekê "Santafê" siwar bûbûn, li dawiya kolana Uşaq a taxa Ekremê yê bajarê Humsê, bi awayekî yekser gule avêtin ciwanê bi navê Emar Silêman û bi giranî birîndar kir. Ciwan ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin.

Ev sûc, digel berdewama tevliheviya ewlehî, krîz û êrişên qetilkirinê li herêmên di bin kontrola hikumta veguhêz a Sûriyeyê de, pêk tê.

(fr)