Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe aşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehadeta endamê xwe Hesen El Exres ragihand.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe aşkere kir
12 mijdar 2024   23:16
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê şehadeta endamê xwe Hesen El Exres ragihand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şehîd Hesen di 12'ê Mijdarê de di encama krîza dil de, di dema pêkanîna erkê xwe de gihîşt asta şehadetê.

Hat diyarkirin ku şehîd Hesen wekî pisporê mayîn û teqemeniyê ji bo demeke dirêj cih girtibû û roleke wî ya mezin di pûçkirina mayînên bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê de hebû.

Daxuyannameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Hesen El Exres

Navê dayikê: Şemse

Navê bav: Rehîm

Cih û dîroka jidayikbûnê: Girê Spî 1981

Cih û dîroka tevlêbûnê: Hezîme 2017

Cih û dîroka şehadetê: Reqa 12/11/2024

(mh)