ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-10-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-10-2025
13 cotmeh, 2025   02:00

Şêniyên Kobanê diyar kir ku ew ê bi têkoşînê Komploya Navneteweyî bişikînin û Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bikin.

Meclisa Sivîl a Dêr Hafirê piştî şerên dijwar û êrişan dest bi rêxistinkirina bajar û vekirina saziyan kir. Meclisê gavên xwe bi avakirina komînan kir dest pê kir. Li kêlek wê xebatên vekirina şaredarî, dibistan û pratîzekirina saziyên xizmetguzariyê hatin destpêkirin.

Li parêzgeha Humsê ya li naverasta Sûriyeyê xebatkarên “Nexweşxaneya Umalî” bi komî ji kar hatin derxistin. Bûyer li ser biryara berpirsekî nû ji Idlibê hatiye erkdarkirin, pêk hat. Çavkaniyên herêmî destnîşan kir ku ev biyar bi awayekî nijadperestî hatiye dayîn. Rewşa jiyanî û lawaziya saziyan di ber çavan re nehate girtin.

Jinên ji Kantona Cizîrê diyar kir ku divê avakirina siberoja Sûriyeyê li ser bingehên saxlem be, lewma divê kujer û sûdcar werin darizandin û ji bo qurbaniyan edalet were pêkanîn.

Meclisa Çandinî û Aboriyê ya kantona Dêrazorê dest bi qonaxa duyemîn a sererastkirina qenaya avdanê ya Xabûrê ya li bakurê Kantonê kir. Li gorî berpirsên wê ev qonax di 15ˊê mehê de bi dawî bibe.

Di şerê li dijî DAIŞ’ê de dest, ling û çavekî xwe winda kir, lê îradeya wî neşikiya û dibîne ku peyama wî ya rastîn berdewamkirina dozê ye û fedakariyên hevrêyên xwe di bîrewariya xwe de zindî bihêle.

Kongra Star a Dêrikm di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim" de li parka Dicle çalakiya nivîsandina peyaman ji Rêber Abdullah Ocalan re li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevrê û malbata nûçegihana me şehîd Dilîşan Îbiş li Girê Miştenûrê yê kantona Kobanê ji bo bîranîna wê daran diçînin, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê bi diruşma "Azadiya fîzîkî ji Rêber Apo re" li Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê civîna xwe ya salane li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Rêveber a kantona Tebqayê û Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî yên li Sûriyeyê li navenda Çandê ya Tebqayê civînekê organîze dikin, 10.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Ajansa me salvegera 6ˊemîn a nûçegihanê xwe Seed Ehmed li goristana şehîdan a Til Temirê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Festîvala Şehîd Bawer Agir a 6ˊemîn a bajarê Kobanê di roja sêyemîn a dawî de bi pêşkêşkirina huner û mûzîka curbicur li dar dixe, 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê bi sernavê "Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê û rewşa nû ya Sûriyeyê…helwesta sînaryo û şertgiriyan" li parka Xwendinê ya Hesekê paneleke diyalogê li dar dixe, 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Çilaxa û gundên Aliyan agirê Newrozê li gundê Dêr El Xusin ê Çilaxa, 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN