Hemas: Em nikarin cenazeyên hemû dîlgirtiyan radest bikin

Tevgera Hemasê agahî da navbeynkaran û diyar kir ku ew nikarin cenazeyên hemû dîlgirtiyên ku li Xezayê wefat bûne, radest bikin. Li hemberî wê Îsraîlê pabendiya xwe bi vê pêvajoyê dubare kir.

Hemas: Em nikarin cenazeyên hemû dîlgirtiyan radest bikin
12 cotmeh, 2025   23:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyeke Filistînê ji kenala "Sky News Arabia" re da zanîn ku Tevgera Hemasê agahî daye navbeynkaran ku ew nikarin roja duşemê (13 Cotmeh 2025) cenazeyên hemû dîlgirtiyên ku li Xezayê wefat bûne, radest bikin.  Ji ber ku ew nikarin di vê demê de xwe bigihînin hin cenazeyan.

Çavkanî destnîşan kir ku li gel wê Îsraîlê pabendiya xwe bi vê pêvajoyê dubare kir. Wê piştre tîmên pispor ên Ereb û biyanî dest bi lêgerîna cenazeyan li herêmên gengaz e hatine definkirin bikin.

Girêdayî wê, Wezareta Karûbarên Olî ya Îsraîlê diyar kir ku gumanên wiha hene ku hin cenazeyên ku divê Hemas radest bike ji dest dabin.

Çaverê ye sibe Îsraîl û Hemas dest bi qonaxên plana serokê Amerîkayê Donald Trump bikin.

(fr)