Li Dêreke Îtalyayê şewat

Li herêma La Valletta Brianza ya nêzîkî Mîlano ya bakurê Îtalyayê, agir bi dêreke dîrokî ya Bernaga ket û bi tememî şewitî.

Li Dêreke Îtalyayê şewat
12 cotmeh, 2025   23:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li dêra dîrokî ya Bernaga ya herêma La Valletta Brianza a nêzîkî Mîlano ya bakurê Îtalyayê şewat derket. Avahiya dêrê bi tevahî wêran bû, 22 keşîşe bêyî ku zirar bigihîne wan hatin derxistin. Lê zirarên madî yên mezin bi dêrê bûn.

Tîmên agirkujiyê yên Îtalyayê ragihand ku li dêra ku di 1628ˊan de hatiya avakirin û yek ji cihên olî yên li herêmê ye, şewatek derket.

Ajansa France-Presse (AFP) ragihand ku agirê ku duh êvarê (11 Cotmeh) pêk ketibû, bi lez li seranserê dêrê belav bûbû. Şewat bû sedema wêraniyek mezin.

Ragihandina herêmî diyar kir ku şewatê gelek berhemên hunerî yên kêmpeyda û berhemên dîrokî yên ku ji sedsalan ve di hundurê dêrê de hatibûn parastin, telef kirin.

Ji aliyê xwe ve, şaredarê La Valletta Brianza, Marco Panzeri, bûyer wekî "zirarek mezin çêkir" bi nav kir û destnîşan kir ku lêpirsînên destpêkê nîşan didin ku agir ji ber çirûska elektrîkê derketiye. Rayedar lêpirsînên xwe didomînin da ku sedemên rastîn diyar bikin û zirarê binirxînin.

(ac/fr)

ANHA