ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-1-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-1-2024
13 ÇILE 2024   02:00

Hiqûqnasan diyar kir ku dorpêça li ser kantona Efrîn, Şehbayê û taxên Helebê a hikumeta Şamê, li dijî pîvan û qanûnên navneteweyî ye. Her wiha destnîşan kirin ku divê ji bo bidawîkirina dorpêçê, têkilî bi rêxistinên navneteweyî û hiqûqî re bê xurtkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şehîd Ferhan Xelef bi girêdana xwe ji zanist û zanabûnê re dihat naskirin û girîngiyeke mezin da zanistê, li kêlek wê jî bi dilsoziya xwe di kar de dihat naskirin û di çapxaneyê de derfet dît ku civakê hişyar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi rêya saziyên xwe ji sedî 75 projeya jinûve tamîrkirina pira nû ya Reqayê pêk anî û dê 3 meh din bikeve xizmetê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Iraqê têkildarî hebûna hêzên Amerîkayê li welêt, rageşî heye. Hêzên ku tev li xebatên siyasî bûne, piştî bandorên şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de li ser Iraqê û di encamê de alozî di navbera hêzên alîgirên Îranê û Amerîkayê de zêde bûye, bang dikin ku ev hêz ji Iraqê derkevin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê li navenda PYDˊê ya navçeyê şehîdên mehên Mijdarê û Kanûnê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi vexwendina Kongra Star xelkê Qamişloyê ji bo şermezarkirina sûcên li dijî jinan li Efrînê meşekê ji taxa Kornîş li dar dixe, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa PYDˊê li Kampa Berxwdan a li Şehbayê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên wê li dijî jinan li Efrînê meşekê li dar dixe, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiyên Festîvala Mîtan di roja sêyemîn de bi pêşkêşkirina şanoya ˊMitrasˊ dewam dikin, saet 14:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyê yek ji fermandarên YPGˊê Şervan Heleb li Goristana Şehîdan a Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê oxir dike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Yilmaz li Goristana Şehîd Rustem Cûdî oxir dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê navçeya Til Temirê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Ebdullah (Rustem Til Temir) li goristana şehîdên Til Temirê oxir dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya sersala Kurdî Kongra Star li navçeya Holê ya kantona Cizîrê şanoyekê bi sernavê ˊXwişkên Aştiyêˊ pêşkêş dike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

Kongra Star a kantona Cizîrê li navenda xwe ya Hesekê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan li Efrînê daxuyaniyekê dide, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi diruşma ˊBi ruhê berxwedana pêkhateyên Rojava ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ha neviyên qirkirinê ji nû ve kulîlka hinarê şîn didinˊ Meclisa Ermenî û Yekitiya Jinên Ermen çalakiyeke hunerî li hola Serdemê ya Hesekê li dar dixe, saet 13:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA