Di Operasyona Şoreşgerî ya li Zapê de gelek dagirker hatin cezakirin

HPGˊê diyar kir ku gerîlayên azadiya Kurdistanê di Operasyona Şoreşgerî ya li Zapê de gelek dagirker ceza kirin û çekên wan desteser kirin.

Di Operasyona Şoreşgerî ya li Zapê de gelek dagirker hatin cezakirin
12 ÇILE, 2024   23:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Operasyonên Şoreşgerî yên gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li Herêmên Berxwedana Serdemê yên Zapê dewam dikin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên HPG’ê hatin girtin, gerîlayan li Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiya Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Deralok li dar xistin. Hate hînbûn ku operasyona ku gelek dagirker hatin cezakirin û çekên wan hatin desteserkirin hê jî didome.

Hat diyarkirin ku dema ku agahiyên berfireh zelal bibin dê bên parvekirin.