ˊŞehîd Ferhan Xelef teybetmendiyên xwe xist xizmetî civakêˊ

Şehîd Ferhan Xelef bi girêdana xwe ji zanist û zanabûnê re dihat naskirin û girîngiyeke mezin da zanistê, li kêlek wê jî bi dilsoziya xwe di kar de dihat naskirin û di çapxaneyê de derfet dît ku civakê hişyar bike.

ˊŞehîd Ferhan Xelef teybetmendiyên xwe xist xizmetî civakêˊ
ˊŞehîd Ferhan Xelef teybetmendiyên xwe xist xizmetî civakêˊ
ˊŞehîd Ferhan Xelef teybetmendiyên xwe xist xizmetî civakêˊ
13 ÇILE, 2024   04:41
QAMIŞLO
 EBAS XELEF

Şehîd Ferhan Silêman Xelef di 1962'yan de li gundê Sîha Biçûk ê başûrê rojavayê navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê ji dayik bûye, qonaxên navîn û amadehî li dibistanên navçeyê xwendiye.

Piştî qonaxa amadehî berê xwe dide Şamê û li wir di zanîngeha Şamê de di fakulteya wêjeyan beşa zimanê Fransî dixwîne, ji ber jîrbûna wî di wê beşê de li gelek dibistanên Şamê mamostetiya zimanê Fransî dike.

Xelef piştî derçûna xwe vedigere gundê xwe û li dibistanên Rimêlan û Qamişloyê mamostetiyê dike, bi Nûra Şêxo re dizewice û zarokekî wan bi nave Eyaz çêdibe.

2 xwişkên şehîd Sureye û Emşe û birayekî wî Abid hene. Piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê pisporiya xwe xist xizmeta pêşxistina saziyan û di 2018'an de wek rêveberê çapxaneya Sîmav a çapkirina pirtûk, lênûs, kovar û rojnameyan cih digire.

Şehîd bi hezkirina xwe ji zanistê re dihat naskirin û girîngiyek mezin da wê, bawer dikir ku zanist û zanabûn bingeha pêşketina civakan e.

Hevjîna şehîd, Nûra Şêxo li ser jiyana şehîd wiha got: "Wî jiyana xwe xiste xizmeta zanistê û her kes teşwîqî zanistê dikir. Di dema karê xwe yê çapxaneyê de, bi rêya çapkirina pirtûk, kovar û rojnameyan, armanca xwe ya belavkirina zanistî û zanînê pêk anî û wke ronîkirina belavkirina çandê û hişyarkirina civakê nîşan dida. "

Nûra Şêxo diyar kir ku ew bi şehîdan ve girêdayî bû û bi têkoşîna rizgariyê ve xwedî baweriyeke kûr e û wiha domand: "Dema wêneyên şehîd çap dikirin bi kûrahî hîs dikir û her tim digot xwîna şehîdan vala naçe û dê gelê me azadî û hêviyên xwe yên welatekî azad bi dest bixin."

Hevrêyê şehîd ê çapxaneyê Basil Îbrahîm wiha axivî: "Şehîd Ferhan di karê xwe de serkeftî û dilsoz bû û her tim alîkarî pêşkêşî hevalên xwe yên kar dikir, ji ber wê jî ew ji bo tevan birayekî mezin bû."

Der barê taybetmendiyên şehîd de, birayê şehîd Abid Xelef destnîşan kir ku şehîd di oxira malbat û pêşxistina zanistê de pisporiyên xwe pêşkêş kirine ku nifşekî zana bigihîne û wiha got: "Şehîd bi exlaqên xwe yên paqij dihat naskirin. Ji lew re civakê jê hez dikir. Em bi şehadeta wî serbilind in."

Eyaz jî wesiyeta bavê xwe yê şehîd wiha anî ziman û got: "Ji min dixwest ez dilsoz bim û xwedî exlaqên qenc bim."

Şehîd Ferhan Xelef di encama êrişa balafira bêmirov a biçek a artêşa Tirk a dagirker li dijî çapxaneya Sîmav de di 25'ê Kanûnê de tevî 6 hevrêyên xwe yên çapxaneyê şehîd bûbû.

(mh)

ANHA