ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-08-2026
13 tebax, 2026   02:00

Koçberên ji Serêkaniyê daxwaz kir ku ewlehî were dabînkirin û veger bi lez pêk were û destnîşan kir ku ji ber îhtîmala êrişên li dijî şêniyan li Serêkaniyê, metirsiyên wan hene.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Taxa Hilêliyê ya Qamişloyê beriya mehek û nîvê dest bi projeya “Şaredariya Taxê” kiribû ku paqijiya taxê digire ser milê xwe. Şêniyên taxê diyar kir ku proje serkeftî ye û got “Kolanên me paqij in. Em ji bo taxên din jî pêşniyar dikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li gundê Dûgirka yê Girke Legê pirsgirêka kanalîzasyonê heye û li benda şaredariyê ne ku çareser bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bi sponseriya Rêvebera Herêma Qamişloyê û bi diruşma “Qamişlo bajarê Paqijiyê” ye hemleyek paqijiyê li bajêr tê destpêkirin, hemle ji Çerxerêya Sonî dest pê dike, saet 08.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN

- Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê şervanên Lîwaya Qamişloyê şehîd Artêş Şukrî Hesen û Şahîn Hesen li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan oxir dike, saet 10.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN

- Gerînendetiya Çandê ya Hesekê bi hevkariya Saziya Lînk şahiyekê têkildarî Roja Ciwanan a Cîhanê li Xwaringeha Sandîkaya Endazyaran li dar dixe, saet 10.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN

- Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Til Temirê civîneke berfireh ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên siyasî li Xwaringeha Xeyme (Kon) li dar dixe, saet 11.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN

- Meclisa Malbatên Qamişloyê ji bo 745 şehîdên di 7 mehên destpêka salê de, yên ku di salên cuda de şehîd bûbûn, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan bi bîr tine, saet 18.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN