QSD`ê sersaxî ji malbata Şehîd Artêş û Şahîn xwest

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) sersaxî ji malbatên şervan Artêş û Şahîn yên ku di encamê êrişeke komeke ji derveyî qanûnê li nêzî gundê Tewîl Herb yê Qamişlo şehîd bûn, xwest.

QSD`ê sersaxî ji malbata Şehîd Artêş û Şahîn xwest
13 tebax, 2026   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 11`ê Tebaxê de li gundê Tewîl Herb ê gundewarê bajarê Qamişlo komeke derveyî qanûnê, li dijî xaleke leşkerî ya lîwaya Qamişlo ya girêdayî artêşa Sûriyeyê êrişek pêk anî, di encamê êrişê de 2 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.

Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da. Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

Fermandariya Giştî ya QSD`ê sersaxî ji gelê xwe û malbata Şehîd Artêş Hesen û Şahîn Silêman re dixwaze, ew dema li ser erkê xwe ya parastina gel û xaka xwe, li hemberî terorê gihîştin asta şehadetê.

Şehîd Artêş Hesen ji malbateke welatparêze, sala 2012`an tevlî nava hêza me bûye, destpêkê sala 2012`an de beşdarî hemleya rizgarkirina Serêkaniyê bûye, paşê beşdarî hemleyên cuda yên li dijî teror û dagirkeriyê jî bûye. Tevî ku Artêş Hesen 2 caran birîndar bûye jî, ew bê dudilî bi baweriya parastina xak û gelê xwe, rêya xwe şopandiye. Di çarçoveya peymana entergerasyonê Şehîd Artêş Hesen tevlî nava refên artêşa Sûriyeyê bû.

Şehîd Şahîn Silêman jî ji malbateke ku girêdayî nirxê niştîmaniyê ve, ew nû tevlî nava refên QSD`ê bû, paşê ji bo domandina pêkanîna erka xwe tevlî nava refên artêşa Sûriyeyê bû. Şehîd Şahîn Silêman bi baweriya ku divê li kêlek gelê xwe ji bo parastina xak û civakê dixebitî.

Şehadeta Şahîn û Artêş ne dawiya rêwîtiya wan e, ew ê weke mîrateyekê di bîra gel û hevalên xwe de bimînin, di bîra her kesên ku baweriya wan bi dîrok, bîranîn, rûmet û girêdana bi xakê tê. Her du şehîd bi hişmendî, îrade û parastina gelê xwe jiyana xwe dan.

Şehîdên me careke din isbat kirin ku hêza gelan ne bi derfeta di destê wan de ye, ew girêdayî hêza wan a girêdana bi xakê û nirxê ve ye, hêza gelan li gorî amadebûna zarokên wê ji bo rakirina berpirsyartiya di rewşên herî zehmet de ye.

Em wekî Fermandariya Giştî ya QSD`ê soza didin malbatên her du şehîdan, rêheval û gelê xwe ku ew ê di wijdanên me de bimînin. Sozdariya bi şehîdan re wê bi domandina xebatê ji bo pêşerojeke ewle, bi rûmet û azad pêk were, em ê vê sozdariyê bi parastina gel, xak û yekîtiya civaka xwe pêk bînin.

(sb)