Li Silêmaniyê panelek li ser beşdariya jinan di siyasetê de hate lidarxistin

Rêxistina Azadbûn û Rêxistina Jinên Rojavayî îro li Silêmaniyê panelek lidarxistin û tê li ser rola jinan a di siyasetê de her wiha jinan diyar kir ku ji bo pêşketina demokrasiyê û guhertineke rastîn, divê jin bi awayekî xurtir beşdarî biryargirtin bibin.

Li Silêmaniyê panelek li ser beşdariya jinan di siyasetê de hate lidarxistin
12 tebax, 2026   22:44
NAVENDA NÛÇEYAN

                              Di bin dirûşmeya “Dengê Jinan Siyasetê Dafirîne û Vediguherîne Guhertineke Rastîn” de, rêxistina Azadbûn û Rêxistina Jinên Rojavayî îro li Silêmaniyê panelek ji bo Şêwirmenda Yasanas Dr. Raza Gulî û ndama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bêrîvan Mehmûd organîze kirin.

Şêwirmenda Yasayî Dr. Razaw Gulî got: “Dema ku jin beşdarî qada siyasî bûn, di siyasetê de guhertinek çêbû. Ji ber ku dema em behsa dîroka siyasî ya jinan dikin, wan ezmûna xwe birin navenda biryardanê. Divê em behsa sed sal dîrokê bikin. Serhildan ji bo beşdariya jinan di siyasetê de xalek werçerxê bû, ji bo jinan derfetek bû ku di navenda biryardanê de pozîsyonek bidest bixin.

Dema rêxistinên jinan hatin damezrandin, ew hêza sereke ya guhertinê li Başûrê Kurdistanê bûn. Biryarên siyasî yên jinan jî hêza guhertinê ne. Ger jin xwedî deng bin, ew dikarin bibin sedema guhertinên siyasî, civakî û aborî. Ji ber vê yekê, divê em wê hişmendiyê biguherînin ku biryarên siyasî tenê biryarên mêranin. Astengiyên çandî, mêranî û astengiyên civakî nahêlin ku jin bigihîjin navenda biryardanê.”

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Berîvan Mehmûd wiha got; “Jin li Sûriyeyê xwedî statuyek pir kêm bûn. Ji ber vê yekê jin nekarîn beşdarîyek girîng di navenda biryardanê de bikin. Jin tenê bi hişê mêrekî beşdarî siyasetê dibûn an jî tenê wekî jinên malê dihatin dîtin. Li dijî jinan di warê çandî, hunerî, perwerde, aborî û civakî de şer kir. Jin di hemû meqaman de qels bûn. Lêbelê, piştî hilweşîna rejîma Baasê, rewşa jinan guherî, da ku jin karibin beşdarî xebat û têkoşînê bibin. Piştî damezrandina rêxistinên jinan, jinan xwe perwerde kirin. Qanûna ku pirjiniyê qedexe dike û zewaca keçên zarok asteng dike, hat derxistin.”

Di dawiyê de Bêrîvan Mehmûd bal kişand ser rol, pêşengtî û rewşa jinan a piştî Şoreşa Rojava û wiha axivî; “Piştî damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, YPJ’ê, jinan karîn beşdarî têkoşîna leşkerî bibin û di rewşa jinan de di warên siyasî, aborî û civakî de guhertin çêbûn. Di qonaxa entegrasyonê de, şeş komîte ji bo xizmeta pirsgirêkên jinan hatin damezrandin. Bi awayekî jin hatin perwerdekirin û di sektorên cûda de wezîfe wergirtin. Lê dîsa jî, ji bo jinan; hem ji hêla siyasî ve û hem jî ji hêla destkeftiyên wan ve, gef hene.”