ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-06-2026
13 hezîran, 2026   02:00

- Endamê Akademiya Rêber Abdullah Ocalan Behrem Xalid diyar kir ku pêkanîna mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan gava bingehîn a piştgiriya diyalog û aştiyê ye. Behram Xalid ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir. BI WÊNE Û DÎMEN

- Yekîneyên Parastina Jin berpirsyariya têkoşîna 1500 salî ya şervanên jin rakiriye. Têkoşîn û berxwedana Kewyar, Xorrem, Zerîfe, Besê, Qedemxêr, Leyla Qasim, Gulnaz Karataş û Zeyneb Kinacî diparêze. BI WÊNE

- Nexweşxaneya Gel a Hesekê di meha borî de zêdetirî 28 hezar nexweş pêşwazî kirin. Rêveberên nexweşxaneyê diyar kir ku nexweşiya sorikê û nexweşiyên demsalî belav bûne û xwest nexweşxaneyeke taybet a zarokan were vekirin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Şêniyên Dirbêsiyê daxwaza baştirkirina binesaziyê û xizmetên paqijiya giştî kir. Şaredariyê jî diyar kir hewldanên wan ên xizmetê berdewam in û ji welatiyan xwest ji bo paqijiya bajêr hevkariyê bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Şaredariya Gel a Dêrikê di çarçoveya plana xwe ya pêşxistina binesaziyê û baştirkirina asta xizmetê de dest bi pêkanîna çend projeyên çêkirina rêyan, paqijî, av û ewlehiya trafîkê kiriye. BI WÊNE Û DÎMEN

- Nivîskar û rojnamevan Ebdulezîz Hemdûş got pêdiviya Sûriyeyê bi destûreke berfireh heye ku bibe hevpeymana civakî ya pirrengiyê qebûl bike û garantiya hemwelatîbûna wekhev û mafên pêkhateyan bide. BI WÊNE Û DÎMEN

- Tîma Şehîd Darsîn li ser dika Navenda Hîlala Zêrîn a Hesekê, di çarçoveya çalakiyên piştgiriya YPJˊê de, şanoyekê pêşkêş dike, saet 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN