DYA: Dronên Îranê li Tengava Hurmuzê hatin xistin

Di demekê de ku behsa peymanekê nêzîk tê kirin, DYA‘ê ragihand ku hêzên wê dronên îranî li ser Tengava Hurmuzê xistine xwarê.

 DYA: Dronên Îranê li Tengava Hurmuzê hatin xistin
13 hezîran, 2026   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên Yekûbyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku hêzên wê dronên îranê li ser Tengava Hurmuzê xistine xwarê û da zanîn ku dronên hatine xistin keştiyên bazirganiyê li tengavê dikir hedef.

DYA‘yê her wiha destnîşan kir ku trafîka li tengava deryayî ya stratejîk dewam dike.

Ev yek di demekê de hat kirin ku behsa nîşaneyên peymaneke nêzîk di navbera Washingotin û DYA‘yê de tê kirin.  Di vê çarçoveyê de Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf û rayedarên amerîkî gotin, dibe ku di çend rojên bê de peymanek were îmzekirin. Tevî vê yekê jî hîna nakokî li ser hin bendan wekî bernameya nukleerî ya Îranê, pereyên wê yên cemidandin, dosyaya Tengava Hurmuzê, her wiha rola herêmî ya Îranê dewam dikin.

Medyaya Îranê behsa lihevkirinekê dike ku ji rakirina cezayên aborî û diravî û rawestandina çalakiyên dijminane dike. Lê Washingtonê jî diyar dike ku her lihevkirinek dê jihevxistina bernameya nukleerî ya Îranê, mîsogerkirina ewlehiya keştiyan li Tengava Hurmuzê cenazayên diravî dê heya dema ku şert û mercên pêwîst bêne bicihanîn berdewam bikin.

Dosyaya Lubnanê jî wekî xaleke nakok di navbera herdu aliyan de dewam dike; Îranê bi israr e ku dosyaya Lubnanê di her çareseriyeke giştî de cih bigire, lê Washington û Îsraîlê dixwazin dosyaya Lubnanê cuda be.

(bb)