ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-9-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-9-2024
12 îlon, 2024   02:00

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê destnîşan kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan bandor li piraniya gelên herêmê kiriye û li gorî ramanên wî dijîn û dizanin ramanên wî rêya rizgariyê nîşanî wan dide.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê got morala xwe ji xwedîderkatina gel û fedakariyan digirin û li hember tevahî êrişan her tim amade ne.

Endamên Malbenda Çandî ya Helebê, gelek siyasetmedar û rûspiyên bajêr pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin û diyar dikin ku armanca wan pratîkkirina ramanên wî ye.

Xade El Latûf her sal ji baxçeyê xwe mûna salê amade dike. Ji wî baxçeyî pêdiviyên xwe peyda dike û ya zêde jî difiroşe şêniyan.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqa, tevahî partî, rêxistin, sazî û desteyên sivîl û leşkerî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe, meş ji pêş nexweşxaneya zarokan ber bi Qada Jina Azad ve dest pê dike, saet 09:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan serdanên ji malbatên şehîdan ên Qamişloyê re dewam dike, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)