Pizîşkiyan li Iraqê bi Reşîd û Zeydan re civiya

Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di serdana xwe ya yekemîn ya derve de Iraq ziyaret kir û bi Letîf Reşîd û Fayiq Zeydan re hevdîtin pêk anî.

Pizîşkiyan li Iraqê bi Reşîd û Zeydan re civiya
11 îlon, 2024   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di çarçoveya serdana xwe ya bo Iraqê de, li gel Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê Fayiq Zeydan civiya.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinan de têkiliyên her du welatan, dosyayên hevpar ên darazê û hevkariya yasayî hatin gotûbêjkirin.

Mesûd Pizîşkiyan ku îro danê sibê di yekem serdana xwe ya derve de gihişt paytext Bexdayê, li Balafirxaneya Navneteweyî ya Bexdayê ji aliyê serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û berpirsên payebilind ve bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.