ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12 – 8 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12 – 8 – 2025
12 tebax, 2025   02:00

Hemad El Esed El Milhim hişyarî da ku hin derdor hewl didin di nava pêkhateyên Sûriyeyê de tevliheviyê derxin û kîndariyê zêde bikin. El Milhim diyar kir ku hêzên derve li piştî derxistina kîndariyê ne û got “Divê gelê me bi aqilane tev bigere û hevgirtina nîştimanî biparêze.” BI WÊNE Û DÎMEN

Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamus bal kişand ser girîngiya banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo yekitiya Kurd û wiha got “Bangê kelecaneke mezin di nava gelê Kurdistanê û dostên Kurdan de çêkir. Hêviyeke mezin û zemînê dan û standinan ava kir.” BI WÊNE Û DÎMEN

Mistefa Derxel 42 sal e demjimêran sererast dike. Nav û dengê wî li herêma Firatê, gundewarên Helebê û heta Reqayê belav bûye. Ew bûye parçeyekî bîrdanka şêniyên herêmê. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarên Çilaxa, Girkê Legê, Til Koçer û Dêrikê sersaxiyê didin şervanê QSD’ê şehîd Bêkes Çilaxa (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Qonaxa dawîn a pêşbirka “Nivîskarê Pêşerojê” li hola Beylesan a başûrê bajarê Amûdê li dar dikeve (10:30). BI WÊNE Û DÎMEN