DEM Partî, CHP û AKP’ê navên endamên komîsyonê dan Meclisê

Ji bo komîsyona vê dawiyê hate avakirin, DEM Partî, CHP û AKP’ê navên endamên xwe yên vê komîsyonê ji Serokatiya Meclisê re şandin.

DEM Partî, CHP û AKP’ê navên endamên komîsyonê dan Meclisê
11 tebax, 2025   22:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo li cihê 3 endamên Partiya Îyî yên di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de endamên nû bên hilbijartin, partiyên siyasî nav ji Serokatiya Meclisê re pêşkeş kirin.

AKP’ê, ji bo komîsyonê navê Wekîlê Denîzliyê Cahît Ozkan û CHP’ê jî Wekîlê Enqereyê Umut Akdogan pêşkeş kir.

DEM Partiyê jî Celal Firat weke endamê nû pêşniyar kiribû. Bi vê yekê re wê cihê 3 endamên Partiya Îyiyê ku vala mabû, were tijekirin.

Bi diyarkirina endamên nû re komîsyon wê civîna pêş bi beşdariya tevahiya kadroyan li dar bixe. Di rojeva pêş a komîsyonê de sererastkirinên yasayî yên têkildarî pêvajoya çekberdanê, gavên ji bo xurtkirina aştiya civakî hene. Bi vê geşedanê re wê xebatên komîsyonê derbasî qonaxeke nû bibin.

(ac)

ANHA