Li Dêrikê şervanekî QSD’ê hate oxirkirin

Şêniyên bajarên Çilaxa, Girkê Legê û Dêrikê yên kantona Cizîrê cenazeyê şervanê komandos yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Bêkes Çil Axa oxir kirin û banga parastina mîrat û qurbaniyên şehîdan kirin.

Li Dêrikê şervanekî QSD’ê hate oxirkirin
Li Dêrikê şervanekî QSD’ê hate oxirkirin
Li Dêrikê şervanekî QSD’ê hate oxirkirin
Li Dêrikê şervanekî QSD’ê hate oxirkirin
Li Dêrikê şervanekî QSD’ê hate oxirkirin
Li Dêrikê şervanekî QSD’ê hate oxirkirin
Li Dêrikê şervanekî QSD’ê hate oxirkirin
Li Dêrikê şervanekî QSD’ê hate oxirkirin
Li Dêrikê şervanekî QSD’ê hate oxirkirin
11 tebax, 2025   23:14
QAMIŞLO

Şêniyên bajarên Çilaxa, Girkê Legê û Dêrikê yên kantona Cizîrê ber bi pakrewangeha şehîd Xebat Dêrik ve herikîn da ku cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Bêkes Çilaxa (Fadî Ebdulwehab Heyder) bispêrin axê.

Şehîd Bêkes di 6’ê Tebaxê de dema ku erkên xwe pêk dianî di qezayek trafîkê de şehîd bû.

Di merasîmê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatima Hemîd sersaxî ji malbata şehîd re xwest û girîngiya xurtkirina yekîtî û hevgirtina di navbera gelên herêmê de li himber planên ku îradeya gelê bakur-rojhilatê Sûriyeyê armanc digirin tekez kir.

Fermandarê QSD’ê Seîd Koçer teqez kir ku dema ku wan çek hildan ji bo parastina gelê xwe ji çete û komployên dagirkirina herêmê bû. Vê hêzê nirxa xwe îspat kiriye û bûye pireke parastinê û soz da ku ew ê li ser şopa şehîdan berdewam bin.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd Bêkes Çilaxa hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin, her wiha cenazeyê şehîd di nav tilîlî û dirûşmeyên "Şehîd nemirin" de hate veşartin.

(ac)

ANHA