ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12- 6– 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12- 6– 2025
12 hezîran, 2025   02:00

Şêniyên Til Temirê piştgiriya xwe ji bo kampanyaya “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” anî ziman. Şêniyan got azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina krîzên li Rojhilata Navîn û cîhanê girîng e. BI WÊNE Û DÎMEN

Bajarê Meskena ku di serdema rejîma Baasê de hatibû paşguhkirin, êdî di bin banê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê de ji nû ve tê avakirin. Şênî tên birêxistinkirin û saziyên xizmetguzariyê dest bi xebatê kiriye. BI WÊNE Û DÎMEN

Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya xwe ya ji bo şandeya kurdî ya ji bo dan û standinên bi desthilata Şamê re anîn ziman. Her wiha tekez kirin ku avakirina şandeyê destpêkek e ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî. BI WÊNE Û DÎMEN

Xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî lihevkirina ku di navbera Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xwseser û Wezareta Perwerdeyê ya desthilata Şamê de, li ser proseya ezmûnên bawernameyên navîn û amadehî ya li gorî mînhaca rejîma berê pêk hatiye rihetiya xwe anîn ziman û bi coş pêşwazîkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Xebatên paqijî û hişmendiya jîngehê ku Meclisa Hesekê bi hevkariya Gerînendetiya Jîngehê û Şaredariya Gel re daye destpêkirin, li taxa Muftî didome, (09:00). BI WÊNE Û DÎMEN