Ji ber metirsiyên ewlehî balyozxaneya Amerîkayê amadekariya valakirinê dike

Çavkaniyên Iraqî û Amerîkayî aşkera kir ku li ser paşxaneya zêdebûna metirsiyên ewlehî û gefên Îranê yên hedefgirtina baregehên Amerîkayê yên li herêmê, balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê amadekariyên valakirina balyozxaneyê dike.

Ji ber metirsiyên ewlehî balyozxaneya Amerîkayê amadekariya valakirinê dike
11 hezîran, 2025   23:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsekî ewlehî yê Iraqê û çavkaniyekî Amerîkayê îro ji Reuters’ê re got balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê ji ber metirsiyên ewlehî yên zêde li herêmê amadekariyên valakirinê dike.

Wezîrê Berevaniyê yê Îranê Ezîz Nasir Zada îro ragihandibû ku ger şerek bi Washingtonê re dest pê kir, wê Tehran baregehên Amerîkayê yên li herêmê bike armanca xwe.

Girêdayî mijarê çavkaniyekî Amerîkayî diyar kir ku çaverê ye Wezareta karên Derve yê Amerîkayê proseya derketinek bi rêk û pêk ya balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê bike. Armanca ew e yek bi rêbazên bazirganî bê kirin, lê ger alîkar bê xwestin, artêşa Amerîkayê di amadekariyê de ye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî diyar kiribû ku baweriya wî bi Îranê kêm e ku derxistina uraniyom rawestîne.

Li aliyekî din jî berpirsekî din ê Amerîkayê daxuyand ku tu guhertin di Baregeha El Edîd a hewayî ya li Qeterê de çênebûne, ku mezintirîn baregeha leşkerî ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn e û tu fermanên derxistina karmendan an jî malbatên girêdayî balyozxaneyê li Qeterê nehatine dayîn, ew karê xwe bi awayekî normal dike.

Trump gef hedefgirtina Îranê xwaribûn ku ger tu lihevkirinên nukleerî çênebin.

(fr)