Netanyahu ji Washingtonê xwest ku bibe navbeynkarê dan û standinên Til Avîv û Şamê

Berpirsên Îsraîlê da zanîn ku Netanyahu agahî da nûnerê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê, ku ew dixwaze bi navbeynkariya Amerîkayê dan û standinan bi desthilata Şamê re bike û hin guhertinan di peymana 1974'an de bike.

Netanyahu ji Washingtonê xwest ku bibe navbeynkarê dan û standinên Til Avîv û Şamê
11 hezîran, 2025   22:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsên Îsraîlê ji malpera Axios re ragihand ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu agahî daye nûnerê Amerîkayê li Sûriyeyê Thomas Barrack ku ew dixwaze bi navbeynkariya Amerîkayê dan û standinan bi desthilata Şamê re bike.

Berpirsekî Îsraîlê got ku Netanyahu dixwaze lihevkirina ewlehiyê nû bike û peymaneke aştiyê ya berfireh pêk bîne. Eger ev bibe, wê bibe dan û standina yekemîn ji 2011'an ve, di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de.

Axios’ê diyar ku berprisên Îsraîlê amaje bi wê yek kir ku têkçûna Îran û Hizbullah li Sûriyeyê û guhartina rewşê, ji bo pêkanîna pêvajoyeke dîplomasî derfeteke zêrîn e.

Girêdayî wê, dema ku hefteya borî Barrack serdana Îsraîlê kiribû, artêşa Îsraîlê ew bir ber sînorê Sûriyeyê û derbasî aliyê Sûriyeyê yê li devera Cebel El Şêx kir.

Berî wê jî Barrack li Şamê bi serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri re hevdîtin kiribû û cihê niştecihbûna balyozê Amerîkayê yê li Şamê vekir.

Barrack di serdana xwe ya Şamê de gotibû ku aloziya di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de dikare were çareserkirin.

Berpirsekî Îsraîlê da zanîn ku armanca Netanyahu ew e ku rêze lihevkirinan pêk bîne, nexasim ku peymana bidawîkirina pevçûnan a sala 1974'an sererast bike, nû bike û peymaneke aştiyê pêk bîne.

Berprisekî Amerîkayê jî gotibû ku Îsraîlê xetên xwe yên sor ên der barê Sûriyeyê de ji Barrack re diyar kirin, û tê de destnîşankiribû ku divê baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê li Sûriyeyê tune bin, careke din Îran û Hizbullah venegere û başûrê Sûriyeyê bibe herêmeke bêçek.

Têkildarî heman mijarê, berpirsekî Îsraîlê destnîşan kir ku Îsraîlê agahî da Barrack ku ew ê heta îmzekirina peymaneke nû ya bêçekkirina başûrê Sûriyeyê, hêzên xwe li Sûriyeyê bihêlin.

(mh/fr)