ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12 – 11 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12 – 11 – 2024
12 mijdar, 2024   02:00

Parêzerên li bajarê Helebê destnîşan kir ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan ji qonaxa tundiyê derbasî qonaxa windakirina bi darê zorê bûye û ev sûcek e. Parêzeran da zanîn ku li gorî xala heftemîn a Destûra Romayê ya sala 1958`an ev wek sûcên li dijî mirovahiyê tê binavkirin.

Hevseroka Rêveberiya kampa Holê diyar kir ku Operasyona Ewlehiya Domdar di demeke guncaw de hate kirin, ji ber ku sûc û tevgerên çeteyên DAIŞ`ê yên li hundir û derveyî kampê zêde bûbûn û da zanîn ku operasyonê heta encamên girîng bi dest xistine û metirsya şaneyên çeteyên DAIŞ`ê kêm kiriye.

Şêniyên bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kir ku ew êriş kina dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên herêmê nîşan didin.

Şêniyên bajarê Holê piştgiriya xwe bi Operasyona Ewlehiya Domdar re nîşan da û diyar kir ku bi zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker re tevgerên şaneyên çeteyan jî zêde dibin.

Kîmyager Xelef El Hisên li kantona Tebqayê li ser xwedîkirina kurmikên sor kar dike û cureyeke herî baş a gubreyê hildiberîne.

Bi hatina zivistanê re, şênî dest bi amadekariyê dikin, nexasim danîna sobeyên mazotê. Lê belê ji ber bihabûna sobeyên nû, gelek welatî neçar dibin ku sobeyên xwe yên berê çêkin.

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê bi hevkariya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bi sernavê "Dema azadî pirseke hebûnî be" li hola Meclisa Bajarê Şedadê panelekê li dar dixe. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Koordînasyona Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi sernavê "Jin û siyaset" di çarçoveya Stratejiya Nîştimanî ya Xurtkirin û Pêşengtiya Jina Sûriyeyî de li hola Meclisa Bajarê Hesekê atolyeyekê li dar dixe. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star li ser "Tundiya li dijî jinan" li hola rêxistina PYDˋê ya Til Hemîsê çalakiyeke 3 rojan li dar dixe. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê li bajarokê Xera yê herêma Çiyayê Kizwan di çarçoveya çalakiyên 25ˋê Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de civîneke girse li dar dixe. (11:00)  Di heman çarçoveyê de bi diruşma ˋBi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, xwe biparêzeˋ li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê şanoya ˋŞikestinêˋ tê pêşkêşkirin. (13:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakiyên Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojava ji hêla HRRKˋê ve bi lidarxsitina panelekê li ser ˋrewşa fêrkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêˋ dewam dikin. (16:00) BI WÊNE Û DÎMEN

 Bi diruşma "Bi huner û çanda neteweya demokratîk em ê dagirkeriya Tirk têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin" Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê bi hevkariya Navenda Xabûr a Çandê ya Hesekê, bi beşdariya koma Şehîd Hogir a ji Hesekê û koma stranên kelepûrî ya ji Kobanê li hola Navenda Baqî Xido ya Kobanê şevbuhêrkekê stranên kelepûrê li dar dixe. (17:00) BI WÊNE Û DÎMEN