Li Tebqayê dest bi hilberandina gubreya kurmikan kir

Kîmyager Xelef El Hisên li kantona Tebqayê li ser xwedîkirina kurmikên sor kar dike û cureyeke herî baş a gubreyê hildiberîne.

Li Tebqayê dest bi hilberandina gubreya kurmikan kir
Li Tebqayê dest bi hilberandina gubreya kurmikan kir
Li Tebqayê dest bi hilberandina gubreya kurmikan kir
Li Tebqayê dest bi hilberandina gubreya kurmikan kir
Li Tebqayê dest bi hilberandina gubreya kurmikan kir
12 mijdar, 2024   07:10
TEBQA
RÊNAD EL ELÎ

Kîmyager Xelef El Hisên ê ji Tebqayê dest bi xwedîkrina kurmikên Kalîforniyayê (redwigglers) kiriye.

El Hisên nêzî 20 hezar kurmik anîn û li ser awayên xwedîkirina wan, xwarina wan û çawaniya ji nû ve hilberandina wan xebitî. Niha hejmara kurmikan gihaştiye 5 milyonan.  

El Hisên behsa girîngiya vê projeyê kir û got: “Girîngiya wê ew e ku baştirîn gubreya organîk çêdike, ji ber ku ew saxlem e û ji bo jîngehê jî ewle ye.”

Der barê awayên zanistî yên xwedîkirina kurmikan de, El Hisên diyar kir ku pêwîstiya wê bi jîngeheke ku ji sedî 80 karbon û ji sedî 20 nîtrojen tê de be heye û goma pez û dewaran dixwin.

Gubreya organîk ji kurmikan tê derxistin, piştî ku gubre tê derxistin û kurmik têne veguhestin, gubre tê berhevkirin û ziwakirin û êdî bi kêrî bikaranînê tê.

(k)

ANHA