ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-11-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-11-2023
12 mijdar 2023   02:00

Simon Dubbins got “Bi banga azadiya birêz Ocalan re banga parastina civaka li Rojava jî mezin dibe" û anî ziman ku ji bo pêkanîna armancên kampanyaya navneteweyî ya di 10'ê Cotmehê de dest pê kiriye, zext li gelemperiya cîhanê zêde dibe. (BI WÊNE)

Aktîvîst û siyasetmdar diyar kirin ku bêyî hevgirtin û diyalogên navxweyî aloziya Sûriyeyê çareser nabe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyên Kobanê destnîşan kirin ku hêzên navneteweyî li hember êrişên li ser Kurdan têne kirin xemsar in û diyar kirin ew axa xwe bernadin û dê heta nefesa dawî wê biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji ber dorpêçê heta niha şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê, para xwe ya mazotê wernegirtine. Meclisa Giştî ya her du taxan, 100 lître mazot tenê li her malbatekê belav dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji ber ku mazot li herêmê bi zehmetî tê peydakirin, jinên li navçeya Til Hemîsê darikên pemboyê kom bidin da ku di amadekirina xwarinê û germkirinê de bi kar bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên hefteya borî de cihê dan rewşa li gundewarên Heleb, Idlib û Hemayê, şerê li Xezayê û bandora wê li têkiliyên Erebistana Siûdî- Îranê. Dîsa jî tevgerên Tirkiyeyê yên li Iraqê rojeva hin rojnameyên erebî bû. (BI WÊNE)

Hizbullah anku bi navê xwe yê xwecih "Berxwedana Îslamî′′ li Lubnanê, statuyeke siyasî, şîî ya çekdar e ku di destpêka salên 80′î yên sedsala 20′î de ji aliyê oldaran ve hatiye avakirin. Hizbullah çi ye? çawa hat avakirin? Armancên wê çi ne? dijmin û alîgirên wê kî ne? (BI WÊNE)

Çalakiya konvedanê ya li Hesekê ya bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan a bi diruşma ′Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Minbic û gundewarên wê bi hemû pêkhateyên xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar dixin, meş ji Çerxerêya Mîzan a li nava bajêr dest pê dike, saet 11:00′an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Têkildarî şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirekr ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrişa li dijî navenda ciwanan a Minbicê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Tirbespiyê ji pêş navenda Kongra Star meşekê li dar dixe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Helebê di çarçoveya çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Cîhanê li hola 8′ê Adarê ya civînan panelekê li dar dixe, saet 11:00′an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk der barê salvegera 63′yan a trajediya şewata Sînamaya Amûdê ku di encamê de zêdetirî 200 zarokên Kurd bûn qurban, li dibistana Cûdî Amanûs a li taxa Eşrefiyê ya Helebê daxuyaniyekê dide, saet 12:00′an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Festîvala 2′yemîn a Kobanê Wêje ya dewreya helbestvanê nemir Feqîr Ehmed û bi diruşma ′Ji bo peyva hîna nehatiye gotin, em li vir in′ li Dar Ava û bi hevkariya Desteya Çandê ya Herêma Firatê bi dema 3 rojan dest pê dike. Festîval li navenda Baqiî Xido ya Çand û Hunerê, saet 14:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî, na ji qetilkirin û tundiya li dijî jinê′ Nivîsgeha Jinên Ciwan a PYD′ê li hola Axîn a navçeya Fafîn a Kantona Şehbayê panelekê li dar dixe, saet 14:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA