Hizbullah: Avabûn, bawerî û çekên wê

Hizbullah anku bi navê xwe yê xwecih "Berxwedana Îslamî′′ li Lubnanê, statuyeke siyasî, şîî ya çekdar e ku di destpêka salên 80′î yên sedsala 20′î de ji aliyê oldaran ve hatiye avakirin. Hizbullah çi ye? çawa hat avakirin? Armancên wê çi ne? dijmin û alîgirên wê kî ne?

Hizbullah: Avabûn, bawerî û çekên wê
12 mijdar, 2023   10:13
BEYRÛT
ZIYAD EBÛ XEZALE

Hizbullah a Lubnanê di sala 1982′yan de bi desteka pasdarên Îranê hata avakirin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û dewletên din ên rojava Hizbullah wekî rêxistineke terorîst pênase dikin. Hizbullah wekî koma çekdar a herî bi hêz li Lubnanê tê dîtin, ji ber ku çekdarên wê bi xurtî hatine biçekirin û gelek caran li hemberî Îsraîlê şer kirin. Di sala 2012′an de an ku piştî beşdariya wê ya di şerê li Sûriyeyê de ya ji bo piştevaniya hikumeta Şamê, hêza Hizbullah xurtir bû.

Hizbullah tevgereke siyasî ye û xwedî artêşeke ne fermî ye ku desteka xwe ji şîa ya Lubnanê digire. Hizbullah û hevkarên wê destek dan avakirina hikumeta Lubnanê ya heyî.

DYA, Kanada, Almanya, Brîtanya, Arjantin, Hindoras, her wiha dewletên Mecilsa Tevkariyê ya Kendavê, di nav de Erebistana Siûdî, Îmarat, Behrayn û Kuwêt, Hizbullah wekî rêxistineke terorîst dibînin. Yekitiya Ewropayê jî tenê baskê leşkerî yê Hizbullah xistiye lîsteya terorê.

Îdeolojî û baweriya ku Mihemed Hisên Fedellah ava kiriye û çalakliyên wê yên zanistî yên li başûrê Lubnanê hatine kirin, roleke mezin di avakirina Hizbullah de list. Şoreşa îslamê ya sala 1979′an a li Îranê ya bi serkêşiya Xumeynî desteka xurt da pêşxistina Hizbullah.

Piraniya endamên Hizbullah lubnaniyên şîa ne û girêdayî murşidê ′şoreşa Îranê′ Elî Xumeynî ne. Sekretêrê Giştî yê Hizbullah Hesen Nesrullah jî wekî wekîlê fermî yê Elî Xaminey li Lubnanê ye. Ji ber girêdana îdeolojî û bawerî ya xurt a di navbera Îran û Hizbullah de, Komara Îslamê ya Îran û Pasdêrên Îranê rasterast destek dan avakirin û xurtkirina Hizbullah.

Hizbullah di rewşeke welê de hate avakirin ku "Berxwedana leşkerî" ya li hemberî "Dagirkeriya Îsraîlê" ya li Lubnanê di sala 1982′an de hat avakirin. Hizbullah îdoelojiya xwe ya siyasî li ser esasê "Berxwedana li hemberî dagirkeriyê" ava kiriye. Hizbullah di demekê kurt de li cîhana erebî de deng veda, nemaze piştî êrişa li dijî baregeha hêzên DYA û Fransayê yên li Beyrûtê ku di Cotmeha 1983′yan de pêk hatibû û di encamê de 300 leşkerên DYA û Fransayê de hatin kuştin Hizbullah wekî berpirsê vê bûyerê hate destnîşan.

TÊKILIYÊN HIZBULLAH BI DERVE RE

Ruxmî ku DYA′yê, Hizbullah xistiye lîsteya "rêxistinên terorîst" û wê wekî berpirsê teqîna li dijî avahiya hêzên DYA û Fransayê dibîne, her wiha wê wekî berpirsê revandina dîlên rojava  ya dema şerê li Lubnanê yê sala 1982′yan dibîne, lê dîsa jî Hizbullah karîbû têkiliyan bi dewletên herêmî û yên derve re ava bike.

Li ser asta Ereban jî, têkiliyên diyar di navbera Hizbullah û Şamê de hene. Ev têkilî ji dema Peymana Taîf a bi sponseriya Erebistana Siûdî-Sûriyeyê ve hene. Li gorî Peymana Taîf, çek ji destê komên bi nakok ên lubnanê hatin derxistin û misîlên leşkerî hatin tunekirin, lê ev çek li gel Hizbullah hatin hiştin ku beşdarî şerê navxweyî yê Lubnanê nebû. Çalakiyên Hizbullah li herêma çembera ewlehiyê ya ji aliyê Îsraîlê ve li başûrê Lubnanê hatibû avakirin, sînordar bû. Ji vê têkiliyan zêdetir, Şamê desteka bi Hizbullah a diruşma berxwedanê bez dike re dewam kir.

Bi destpêka aloziya Sûriyeyê sala 2011′an re, Hizbullah destek da hikumeta Şamê, ji ber vê destekê rexneyên cîhana Ereban û ya îslamî ya li Hizbullah zêde bûn. Di sala 2013′an de, Hizbullah destwerdana xwe ya leşkerî li Sûriyeyê ragihand û piştevanî da Şamê. Ji ber vê yekê Meclisa Tevkariyê ya Kendava Ereban, Hizbullah wekî rêxistineke terorîst ragihand.

Piştî sala 2006′an, piraniya dewletên Ereb û misilmana Hizbullah wekî "Berxwedana neteweyî" destnîşan kir. Lê piştî kuştina serokkomarê berê yê Lubnanê Refîq El Herîrî rewş hat guhertin û Hizbullah bi kuştina wî hat sûcdarkirin. Pê re piraniya misilmanên Sunna, li Hizbullah dinêrin wekî ku partiyeke xizmeta berjewendiyên Îranê li herêmê dike. Di sala 2009′an de, serokkomarê berê yê Misirê Husnî Mubarek, Hizbullah wekî rêxistineke terorîst ragihand.

Ji têkiliyên stratejîk ên xurt ên bi Şamê re zêdetir, têkiliyên Hizbullah bi dewletên din wekî Erebistana Siûdî re hene. Di dawiya sala 2006′an de an ku bi destpêka aloziya hikumeta Lubnanê re, qiralê Erebistana Siûdî Melek Bin Ebdullah Bin Ebdulezîz pêşwaziya cîgirê sekretêrê giştî yê Hizbullah Neîm Qasim kir. Di heman demê de Qeterê têkilî bi Hizbullah re danî da ku hegemoniya xwe ya siyasî ya li Lubnanê xurt bike. Li dijî serdegirtina serokên wê, pêwîstiya Sûdanê bi desteka fermî û ya gel hebû. Serokê berê yê Lîbyayê Muemer Qedafî Nîsana 2007′an, bi boneya salvegera êrişa DYA′yê ya sala 1986′an a li dijî Lîbyayê piştgiriya xwe bi Hizbullah re ragihand. Di navbera Hizbullah û komên Filistînê de têkiliyên xurt û desteka lojîstîk hene.

Têkildarî têkiliyên Hizbullah û Îranê de, têkilyên lubnaniyên şîa yên kadroyên Hizbullah bi lîderê olî yê Îranê Elî Xamineyî re xurt in. Sekretêrê Giştî yê Hizbullah Hesen Nesrullah jî wekî wekîlê fermî yê Elî Xaminey li Lubnanê dibînin.

Ruxmî desteka siyasî û dirav ya ku Hizbullah ji Îranê digire, lê Hesen Nesrullah got: "Ev nayê wateya ku Hizbullah partiyeke îranî li Lubnanê ye. Sekretêrê giştî yê Hizbullah lubnanî ye, tevahî kadroyên Hizbullah ji Lubnanê ne, çalakiyên xwe li ser xaka Lubnanê dikin û ji bo rizgarkirina xaka Lubnanê şehîdan didin. Ev pîvan tevahî têrê dikin ku Hizbullah lubnanî ye, ne îranî ye."

Di Hizbullah de gelek sazî hene ku di warên tenduristî, kolandina bîran, çandinî, bayterî û endazyariyê de kar dikin. Her wiha desteyeke diravî ya Hizbullah heye ku deynan û alîkariyan dide sêwî, jinên bî, kesên bi teman û malbatên çekdarên wê yê di şeran de jiyana xwe ji dest dane.

Çekdarên Hizbullah car caran çalakiyan li dijî Îsraîlê pêk tînin û dem dem li derdora herêma Mezarai Şeba ku wekî herêmeke dagirkirî ya Lubnanê dibîne, perwerdeyan pêk tîne. Lê Îsraîlê ya desteka xwe ji NY′yê digire, vê herêm di çarçoveya xaka xaka Colanê ya Sûriyeyê de dibîne ku ji sala 1967′an ve dagirkirî ye.

ÇEKÊN HIZBULLAH

Hizbullah giraniya hêza xwe ya leşkerî dide moşekan. Li gorî pisporan, dibe ku niha zêdetirî 100 hezar moşek li cem Hizbullah hebin. Her wiha Hizbullah dibêje moşekên li gel wê dikarin li tevahî herêmên Îsraîlê bidin. Dîsa jî li cem Hizbullah dron û moşekên dijî tank, balafir û keştiyan hene.

Pisporan gotin, komara Îslamê ya Îranê çekan di rêya bejahî ya Iraq û Sûriyeyê re ji Hizbullah re dişîne û gelek çekên Hizbullah ên bi tîpên rûsî û çînî jî hene.

Hizbullah di şerê 2006′an ê li hemberî Îsraîlê de, nêzî 4 hezar moşek avêtin Îsraîlê, piraniya moşekan bi tîpa katyoşa yê rûsî ku dikarin heta 30 kîlometreyan werin avêtin. Her wiha cûreyên moşekên îranî wekî "Tav", "Berbang" û "Moşekên Hej" ku asta wan ji yên katyoşayê dirêjtir e li cem Hizbullah hene.

Li gorî pisporan, Hizbullah dikare li hedefên diyar wekî binesazî û baregehên leşkerî bide. Hesen Nesrullah di sala 2016′an de, gef xwar û got" Hizbullah dikare li konteynerên amoyayê yên li bajarê Heyfa yê beravî yê li bakurê Îsraîlê bide û dê encamên wê mîna bombeyeke nukleerî be."

Hizbullah di sala 2006′a de moşekên li dijî tankan bi awayekî berfireh bi kar anî û baregehên Îsraîlê yên li ser sînor topbaran kirin. Îsraîlê ragihand ku rageşiya vê dawiyê versiva li hemberî moşekên li dijî tankan e.

(bb)

ANHA