Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk bi dawî bû

Çalakiyên roja duyemîn û ya dawîn a Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk a li navçeya Til Birakê hatiye lidarxistin bi stran, şano û govendê bi dawî bû.

11 mijdar, 2023   23:31
HESEKÊ

Çalakiyên Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk a li navçeya Til Birakê ya Hesekê ya bi diruşma" Em ê bi rihê çanda Netewa Demorkatîk Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin û azadiya fîzîkî a Rêber Apo misoger bikin" ku bi dirêjahiya 2 rojan hate lidarxistin, bi dawî bû.

Di roja duyemîn a festîvalê de stranên bi hemû zimanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şano, stranên zarokan û pêşandana hespên erebî, govendên folklorîk hebûn.

Koma Cûdî ya Navenda Xabûr a Çand û Hunerê, Koma Dîlanên Asurî, Koma Sarya ya Stranên Ermenî çalakiyên hunerî pêşkêş kirin, her wiha koma Şehîd Darsîn a Tevgera Hîlala Zêrîn şanoyek pêşkêş kir û hunermendan jî stran gotin.

Bi hevkariya meclisên Hesekê û Qamişloyê û bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê ev festîval hate lidarxistin.

Endamê komîteya amadekar a festîvalê Mihemed Cûdî ji ajansa me re gotibû: "Dê festîval xwedî morhekî çandî ya dewlemend a herêmê be. Ji ber ku tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Ermen û Kildan beşdar bin, ku resenî û şaristaniya gelan biparêzin û xweşikbûna wê di çarçoveya felsefeya neteweya demokratîk de derxin."

(fr)

ANHA